1- cênêwekan (alzima’ir, pronouns)

Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 13 Xulek  175 Dîtin

e- cênêwe kesîyekan (alzima’ir alşixsîةErebî, personal pronouns)

kirmancîy jûrû, wek be lêkołînewey xom bom derkewtuwe —be corêkî giştî û le gelêk řuwewe le kirmancîy nêweřast (soranî) kontire. em şêweye dû çeşne cênêwî kesî be kar dehênê. çeşnî yekem ew cênêwanen ke tenya le doxî karayî (ḧalة alfa’il, nominative case)da be kar dehênrên û çeşnî duwemîş ewanen ke tenya le doxî xawenî (ḧalة altimlik possessive casse)da be kar dehênrên. şêwey kirmancîy jûrû lem xomałeyda; le zimane êranîye konekan deçê. eme le katêkda ke kirmancîy nêweřast (soranî) wek zimanî farsîy taze, tenya yek çeşne cênêw be kar deba. ca wa le xwarewe em base nextêk řûntir dekemewe.

e-e- kirmancîy jûrû

em şêwye -wek gutman- dû core cênêwey kesî be kar deba:
  1. cênêwekanî doxî kara (ḧalة alfa’il). em cênêwane emanen: ez ez, tu tu, ew ew, em em, hon hon , ew(ane) (ew(ane .
  2. cênêwekanî doxî xawenî (ḧalة altimlik): emanen: min min, te te, wî wî (bo nêr), wê wê (bo mê), me me, we we, (e)wan e)wan).
bo řûnkirdinewey çonêtîy bekarhênanî em cênêwane; çend wêneyek be nimûne pêşan dedeyn:
 
bo wêne, dełêyt: «ez kurdim» û nałêyt: «min kurdim», çunke «ez kurdim» (ena kirdîErebî) řisteyeke le doxî karayîdaye û cênêwî «min» bo doxî karayî be kar nayet. herweha dełêyt: «tu kurdît, ew kurde, em kurdin, hon kurdin, ew(ane) kurdin». bêcge leweş, cênêwekanî doxî karayî legeł hemû demkatekanî (sîẍة, mood) tênepeř (alfi’il allazim, intransitive)da be kar dehênrên. bo wêne dełêyt: «ez deçim, ez çûm, ezê biçim» û nałêyt: «min deçim, min çûm, minê biçim». çunke karî «çûn», karêkî tênepeře. herweha dełêyt: «to çûy, ew çû, em çûn, hon çûn, «ew(ane) çûn» û nałêyt: «te çûy, wî/wê çû , me çûn, we çûn, wan çûn».
 
bełam herçî cênêwe xawenîyekanin, betaybetî legeł řabirdûy kare têpeřekan (al’ef’al alimti’dîة transitive)da be kar debrên. bo wêne dełêyt: «min xar, te xar, wî xar, wê xar, me xar, we xar, (e)wan xar» û nałêyt: «ez xar, tu xar û… hitid». herweha cênêwe xawenîyekan lecyatî berkar (accusative, almef’ul) be kar dên. bo wêne dełêyt: «tu min dibînî tu min dibînî», û nałêyt: «tu ez dibînî tu ez dibînî». bêcge leweş, em cênêwaney doxî xawenî, le ḧałî xistinepał (genitive, mizaf îlîh)da be kar dên. bo wêne dełêyt: «kuřê min» û nałêyt: «kuřî ez», çunke «kuřê min (weledî)» řisteyeke le doxî xawenîdaye û cênêwî «ez» bo em doxe be kar nayet. herweha dełêyt: «kuřê te, kuřê wî, kuřê wê, kuřê me, kuřê we, kuřê wan» û nałêyt: «kuřê tu, kuřê ew, kuřê em, kuřê hon, kuřê ew(ane)».
 
şayanî base ke paş tîpî pêwendî (preposition, ḧirf alcir) tenya cênêwî doxî karayî be kar dê. bo wêne dełêyt: «ji bo min» û nałêyt: «ji bo ez». herweha dełêyt: «cem te» û nałêyt: «cem tu» (wata: lay to. serinc: «cem» le «cenb»y ’erebîyewe hatuwe).

e-bi- kirmancîy nêweřast

em şêweye le her dû doxekeda (doxî karayî û doxî xawenî) her yek core cênêw be kar deba û eweş emanen: «min (ya emin), to (ya eto), ew, ême, êwe (ya engo), ewan». lêreda şêwey kirmancîy nêweřast lasayî zimanî farsîy taze dekatewe ke ewîş tenya yek core cênêw be kar deba û eweş emanen: «men, tu, aw, ma, şima, anha (ya ayşan)».
 
ca êste eger bimanewê kirmancîy nêweřast le kirmancîy jûrû nêzîk bikeynewe û her lew kateşda kurdîyekeşman le kurdî konî řasteqîne nêzîk bixeynewe, pêwîste hêndêk lem řêzmaney şêwey kirmancîy jûrû bixeyne nêw zimane edebîyekemanewe. wek ewey ber le hemû şitêk cênêwî «ez» le beşî yekem (doxî karayî) û be layenî kemewe cênêwî «wî/wê» le beşî duwem (doxî xawenî) werbigrîn.
 
eger serincêkî wurdî zimanî kurdî bideyn, tê degeyn ke hêndê lem cênêwaney kirmancîy jûrû; heta emřoş le hêndê zaraway kirmancîy nêweřastida her mawin. bo wêne: cênêwî «ez» hêşta le pendêkî pêşînanda ke be zaraway sileymanî degutrê mawe. pendêkî pêşînan dełê «eger zanî ezim û eger neyzanî dizim». herweha le hêndê zaraway şêwey mukirîda; cênêwî «wî wî» hêşta mawe. bo wêne mukiryanîyekan dełên : «î wî»ye û nałên «hî ewe»e. zor car le ladêyîyekanî dewrî hewlêrim bîstuwe gutûyane: «marî me» wata «małî ême». herweha le dewrî mukiryan dełên «î wane» û nałên «hî ewane». le zaraway řewandizîşda «ê» amřazî xistine pałe bo mêyîne wek: «ew kiçe ê ka nebîye» wata «ew kiçî hî ka nebîye». le zaraway pişderîşda kesî sêyem (alşixis alsals) le cênêwî xawenîda; bo nêrîne «wî wî»ye û bo mêyîne «wê wê»ye û cênêwî nîşane (zimîr al’îşarة demonstrative pronoun) bo nêrîne «ewî» û bo mêyîne «ewê»ye. bêcge leweş hêndê tîpî pêwendî (preposition, ḧiruf alcir) hen le şêwey kirmancîy nêweřastida ke le bineřetda le tîpêkî pêwendîy dî û cênêwêkî xawenî pêk hatûn ke ew cênêwane êste be kar nayen. bo wêne: tîpî pêwendî «pê pê» le bineřetda le «be» û «wî/wê»we hatuwe û buwe be «be wê» û emca be «pê». serincî «dest be kar kirdin» û «dest pê kirdin» bide; debînît ew «pê»ye cênêwêke lecyatî «be kar» danrawe. lecyatî «kar» cênêwî «wê» be kar hênrawe û buwe be «dest be wê kirdin» û emca «dest pê kirdin». herweha eger serincî «dest le befir xistin» û «dest lê xistin» bideyn, boman derdekewê ke ew «lê»ye le «le wê»we hatuwe. wata «dest le wê xistin» buwe be «dest lê xistin». pêşgirî «tê tê» le «têkirdin»da le «di wê»we hatuwe ke le kirmancîy jûrûda heye —emane hemû bełgen bo ewey ke ew cênêwaney şêwey kirmancîy jûrû, ke le şêwey edebîmanda be kar nahênrên; be corêkî giştî, řojê le řojan le kirmancîy nêweřastida hebûn, bełam hêdî hêdî xirawnete pişt gwê; boye wa êste tenya take take le nêw hêndê le zarawakanda berçaw dekewn.
 
êste pêwîste şitêk le barey cênêwe xawenîyekanî kirmancîy nêweřast biłêyn: le kirmancîy nêweřastida; cênêwe xawenîyekan debne paşgirî ew nêwaney ke dekewne pałyan. bo wêne:
  • serî min debête ← serim
  • serî to debête ← serit
  • serî ew debête ← serî
  • serî ême debête ← serman
  • serî êwe debête ← sertan
  • serî ewan debête ← seryan
bełam şêwey kirmancîy jûrû em paşkoyane nanasê û lecyatî ewane cênêweke be tewawetî dûpat dekatewe. bo wêne dełê:
  • serê min
  • serê te
  • serê wî/wê
  • serê me
  • serê we
  • serê wan
şitêkî aşkiraye ke kurtkirdnewey wite, le her zimanêkda bê, ew zimane hasantir deka. leber ewe manewey em paşkoyane le zimanî edebîmanda, lecyatî cênêwekan, şitêkî başe û bêcge leweş hîç zyanêk nageyenê be yekêtîy zimaneke lem řuwewe, sebaret bewey ke pyaw detwanê eger neywîst bekaryan nehênê. çunke dûpatkirdinewey cênêweke lecyatî em paşkoye, lelay xełkî herdû şêweke, şitêkî nabaw (ẍîr şa’i’) nîye.

bi- cênêwî bekarewenûsaw (alzimîr alimtisil balfi’il)

le şêwey kirmancîy nêweřastida; kare têpeřekan cênêwyan pêwe denûsênrê. bo wêne, dełêyt: min kirdim, to kirdit, ew kirdî, ême kirdiman, êwe kirditan, ewan kirdyan. bełam le şêwey kirmancîy jûrûda, em cênêwe pêwenûsawane be kar nahênrên. bo wêne: min kir, te kir, wî/wê kir, me kir, we kir, wan kir. wata kareke (lêreda «kir») her wek xoy demênêtewe û le katî gerdankirdinda nagořê.
 
aşkiraye bûnî ew cênêwane lepaş karî têpeřewe; karêkî wa deka ke pêwîst be nêwbirdinî cênêwî kesî (alzimîr alşixis)y pêş kareke neka. bo wêne: «kirdim, kirdit, kirdî, kirdiman, kirditan, kirdyan. nek: min kirdim, to kirdit, ew kirdî, ême kirdiman, êwe kirditan, ewan kirdyan». emeş dyare hasanîyeke bo ziman. le katêkda ke le şêwey kirmancîy jûrûda gutnewey ew cênêwe pêwîste; çunke karî têpeřî «kir» be tenya, pêşanî nada ke kareke bo çi cênêwêk degeřêtewe. leber ewe şêwey kar ke bew çeşney le kirmancîy nêweřastida heye çêtre.

c- cênêwî «xo» (Reflexive pronoun)

cênêwî «xo» le şêwey kirmancîy nêweřastida gerdan dekirê û debête: xom, xot, xoy, xoman, xotan, xoyan. bo wêne degutrê: «min xom kuşt, to xot kuşt, ew xoy kuşt, ême xoman kuşt, êwe xotan kuşt, ewan xoyan kuşt. le katêkda em cênêwe le şêwey kirmancîy jûrûda gerdan nakirê û her wek xoy demênêtewe. bo wêne: «min xwe kuşt, te xwe kuşt, wî xwe kuşt û... hitid».
 
bîruřam beramber bem cênêwe her wek bîruřame beramber cênêwî bekarewenûsaw (temaşay bendî pêşû bike). wata cênêwî «xo» be wêney gerdankirawî bimênêtewe be lamewe baştire.