zimanewan û kořî zimanewanî
Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
12 Xulek
160 Dîtin
zimanewan ew keseye ke zimanî kurdî leser binçîney «zanistî zimanewanîy berawridkarî» (’ilim alliẍat alimqarinErebî, Comparative Philology) û «zanistî zimanewanîy hîndocermenîy giştî» (’ilim alliẍat alhînducirminîة al’amErebî) xwêndibê. ca bo ewey le corî pêkhatin û gořanî zimanî kurdî, le barî morfolojî û fonolojî û lêksîkolojî û ortografîyewe bigeyn, pêwîste şarezay zimane êranîyekanî kon û nêweřast û taze bibîn: wek zimanî avêsta, farsîy kon, partî, pehlewî, farsîy taze, belûçî û peşto. herweha binemałey zimane hîndîyekan: wek hîndîy kon (saniskirît), hîndîy nwê, ordû ke bineçe û řeçełekyan legeł zimane êranîyekanda yeke. şarezayyekî zimanî latînî û wênanî konîş bo em kare pêwîste. leweş bitrazê, zimanewanî kurd, debê şarezayî le mêjû û êtnolojya û mîtolojya (efsanenasî) gelekeda bibê, ta bitwanê bincubnawanî wuşekan be şêweyekî zanistane, nek nêwxełkane (şi’bîErebî) lêk bidatewe. lepał emeşda şarezayîyekî kemuzor lew zimananeda ke karyan kirduwete ser zimanî kurdî le řabirdû û emřoda, wek ’erebî û turkî û siryanî û ermenî, zor pêwîste. katêk ke em pispořaneman pê geyand, ewca detwanîn řikêfî zimanî kurdî; wek zimanewanêkî şořeswar bigrîn û xizmetêkî řasteqîney bikeyn.
nûserî em namîlkeye, wek kurdêk ke duwanze sał zyatir le zanistigekanî ewrûpada xerîkî xwêndin û lêkołînewe û derzûtnewey babetî zimanewanî û gelêk zanistî dîye, lew baweředaye ke le «kořî zanyarîy kurd»da le mamosta tofîq wehbîKes bew lawe, kesêkî dî têda nîye ke be zimanewan bidrête qełem. bełê edîb û kurdînûs û mêjûnûs û ayninasî têdaye û hî waşî têdaye ke be kurdîy tewaw nazanê binûsê.
ca ke lêreda eme wa řepuřast dedirkênim, tenya leber eweye ke cigerm bo ḧałî ziman û gelekeman jan deka. egena hîç řik û kîneyekim le kes nîye û be temay hîç xełat û berat û xêrubêrêkî, ne «kořî zanyarî» û ne hîç layekî dîm. leber ewe amancim legeł amancî ewaneda yek nagrêtewe ke serî ziman û binî zimanyan qisey sûk û twanc girtine «kořî zanyarî» bû, keçî paş ewey karêkî biçûkyan pê sipêrra, îtir quřuqepyan lê kird. be kurtî: ne betemay «řutbe û nîşan»y kořim û ne mebestîşim xirapekarî û řûxandinî «koř»e, çunke ewete awatî bîst û yek sał lemewberî xome. bełam, ewey wek kurdêk, sûrim leserî; tenya eweye, ewaney beřastî zimanewanin, pêwîste destêkyan bibê le biřyardanekanî «koř»da, be taybetî lew şitaneda ke pêwendîy řastewxoyan be çarenûs û paşeřojî zimanekewe heye. wata «nan bidrê be nanewa û goştîş bidrê be qesab» û eweş debê tenya leser binçîney lêweşaweyî bê, nek xizim xizmêne û ḧîzb ḧîzbêne û dize xuncêne û dîze be derxone. tenya çawxişandinêkî serpêyî bew řênûseda ke «koř» bo nûsînî kurdî day nawe û jimareyekî zor lew witaraney le jimarey yekemî govarekeyanda û be taybetî zarawe dahênrawekan, derî dexen ke kemukûřîyekanî «koř» le endazeyekdan pêwîstîyan be bîrazkirdinêkî binçîneyî heye.
ca řenge êste yekêk lêreda řabê (hestî) û biłê: «de fermû toyek ke wa dełêyt de heste biço çakî bike». bełam dyare tenya pyawî nefam em qiseye karî tê deka. bêguman ewaney karyan be deste zorbey zorî endamanî «koř» pêk dênin, be qisey yekêk ya dû kesî le derewe wêstaw ke destyan nebê le gořînî biřyarekanda, waz le kirdewey xoyan nahênin û ew deme pyaw —wek kurdeke dełê— her debê «sîr bixiwa û zuřna lê bida». em qisanem bayî hewayî nîye, bełku le taqîkirdinewewe dê. çunke eweta endamekanî «koř» ke basî şitêkyan legeł dekeyt; le demeteqe desłemênewe û řadeken û ya ke be gîrit hênan, pakanet bo deken û dełên: «be xwa xo ême agaman lêy nîye». emca êste minêk lem binî dinyayewe, le kwê milî ew «cinoke bed fesałe»y ewê bigirim ke em îşe qořaney bê pirsî «koř»y besziman kirduwe?! ke wate: eger bimanewê zimanêkî yekgirtûy edebîman bibê, debê carê kořêkî zanistaney zimanewanîman bibê. wata debê hewł bidrê em «kořî zanyarîy kurd»ey êste heye, řêy řastî xoy bigrê, bew şêweyey leserewe basman kird. «koř» debê ber le hemû şitêk, sałî çend xwêndikarêkî lêweşawe le derçuwanî beşî kurdî zanistigey beẍda ya sileymanî, binêrê bo ewrûpa bo xwêndinî «zanistî zimanewanîy giştî» û xwêndinî «fîlolojyay êranewanî» ta debne pispořî zimanewanîy kurdî.
êsteş lêreda demewê çend serincêkî xom lebarey hêndê şitewe ke le jimarey yekemî «govarî kořî zanyarîy kurd»da biław kirabuwewe bixeme berçaw. eweş wek diłopêk le zeryayek:
bo wêne: eger witarêk leser tîpî «y»y xistinepał (îzafeةErebî) le řêzmanî kurdîda nûsra û kirok (cewherErebî)y qisekan hemû beşî yek dû lapeřey kird, nabê ḧefta û pênc lapeřey leser řeş bikirêtewe; be corê ke zorbey zorî qisekan pêwendîyan be babetekewe nebê. zanist eweye babetane bê. ladan le babet nepêkanî amancî kurekî (merkezîErebî) babete. xo eger hatû leser «pêşgirî: ve» û «paşgirî: we» witarêk nûsra; ewa nabê karêkî wa bikirê, eger şarezayek xwêndîyewe; biłê eme hemûy dûpatkirdineweye û be çend dêřêk dewutra. herweha nabê hełey wa gewre bikirê le çeşnî ewey «ḧirfî siḧîḧ»y ’erebî be «tîpî dengidar»y kurdî (biřwane li 69 li 240 li 243) bidrête qełem. çunke «ḧirfî siḧîḧ» û «ḧirfî samit» herdûkyan her yekin û bê dengin, le katêkda «ḧirfî ’ilة» dengidare. wata «tîpe bizwên» û «tîpî dengidar» herdûkyan yek manayan heye û yekin. ewey bibziwê dengidare û ewey nebziwê bê denge. ya hełey leme zor ziltir: wek ewey bûtrê «n»y çawgî (nun alimisdirErebî) le kurdîda, em tîpaneyan pêş dekewê: «a» (wek: sutan), «y» (wek: biřên), «û» (wek: çûn), «di» (wek: kirdin), «t» (wek: řiştin) —biřwane li253. aşkiraye «n»y çawgî, hîç katêk tîpêkî bêdengî {ḧirf samitErebî, consonant} wek «di» û «t»y nakewête pêşewe. ew tîpey ke pêş «n»y çawgî kewtuwe le wuşey «kirdin» û «řiştin»da; ew tîpe dengidareye ke be ’erebî «alkisirة alimxtilsةErebî» û be ełmanî Murmelvokal û be kurdîş «bizroke»yan bo danawe (leber ewey be elfubêy ’erebî nanûsrê û le nûsînda bizir debê). bełam ke em dû wuşeye be elfubêy latînî binûsrên; bem core kirdin û riştin ewsa be tewawî boman derdekewê ke tîpî pêş «n»eke «i»ye wata pîtêkî dengidar (bizwên)e, nek tîpî bê dengî (samitErebî)y «di» ya «t».
emca eger hatû yekêk witarêk ya nameyekî nûsî, sa be her boneyekewe debê ba bibê, nabê le piřêkda biçê û çend řisteyek be zaraweyekî nawçeyî (miḧlîErebî) têkeł be nûsînekey bikat. emca eger kar dabeş kira lenêw hawkaranî kořda û yekêkyan kitêbî «avêsta»y berkewt bo «lêkołînewe», pêwîste ewe dyarî bikirê ke em lêkołîneweye le çi řûyekewe û be çi amancêke. çunke lêkołînewe le avêsta ewende zore le jimare naye. xo eger em lêkołîneweye bo eweye pêwendîy zimanî kurdî û avêstayî pêşan bidrê, ewa lêreda be aşkira deyłêm ew witarey le «govarî koř»da biław kirabuwewe bo ewey pêwendîy řêzmanî kurdî û avêstayî bixate řû; ne lêkołîneweye le avêsta û ne ew mebeseşî pêkawe ke boy danrawe. çunke yekem nûsîneke xoy kurteyekî hêndê basin; ke be zimanî îngilîzî leser avêsta biław kirawnetewe, leber ewe ew kurteyey be kurdî nûsrawe «wergêřane» û «lêkołînewe» nîye û bêcge leweş, hîç pêwendîyekî taze dozrawey beynî řêzmanî kurdî û řêzmanî avêstayî pêşan nada; ta nêwî binrê «lêkołînewe».
duwayî le hemû şitêk naşîrîntir eweye, pyaw û be řast û diro le xoy bayî bibê û bikewête metḧî zimanî kurdî û be zimanêkî yekcar dewłemend bîdate qełem û swarî hespî xeyał bibê û bełgeşî tenya ewe bê ke bo her manayek çendîn wuşe hen (biřwane li442). řastîyekey dewłemendîy ziman bewe nye bo taqe manayek çend wuşeyekit bibê (bo wêne: çya, kêw, şax, kêf), keçî bo hezaran wuşey fîzîk û felsefe û zanistî komełayetî û tektîk û... hitid taqe wuşeyekit lê biçête qatî. bûnî çend wuşeyekî hawmana, beramber yek mana, şitêkî xořiskîye û pêwîst be xohełkêşan nakat. ke gelêk axrî şeř bû û bû be çend hoz û tîreyekî piçiřpiçřewe û her beşey be şêweyekî taybetî qisey kird û zimanêkî edebîy yekgirtûşî nebû; dyare bo hêndê mana, lecyatî wuşeyek, çend wuşeyek dirust debin. emeş bełgey piçiřpiçřî û yeknegirtûyî zimane, nake dewłemendîy ziman. be kurtî: «govarî kořî zanyarîy kurd»; pêwîste le hemû şitêk pitir pêřewîy destûrî «next û puxt» bika û şwênî kiławî babirdûy «zor û bor» û xo be zil girtin nekewê. belay minewe; sextigîrî (te’esubErebî) taqe hewênî pêşkewtine. hîç karêk be xawuxlîçkî û xwazełokî naçête ser. bełam ême debê «sextigîrîy kwêrane» (alte’yesub al’e’mîErebî) le «sextigîrîy bînayane» (alti’sib alwa’îErebî) cya bikeynewe. yekemyan fiřê bideyn û baweş bo duwemyan bikeynewe, ewca pêş dekewîn.
ca leber ewey hêşta her hîwam bewe mawe ke «kořî zanyarîy kurd» řojê le řojan hest bew berpirsyarîye gewreye deka ke pêy sipêrrawe; wa carê bem çend serince kurte dabîn debim. be temay ewey «koř» karêkî wa bika ke hemû layek mitmaney pê biken û řêzî biřyarekanî bigirin û hawkarîy legełda biken. çunke eger «koř» xoşewîstîy xoy û zebrî zanistaney xoy leser binçîney baweřpêkirdin beser gelda nesepênê; ewsa karekanî hîç nirxêkyan nabê û ew wişaney dirustîşyan deka, wek ewaney caranî «micmi’î ’ilmî ’iraq»yan lê dê ke katî xoy zana ’erebekan be gałte pêkirdinêkewe deyangut «mîkanîk» be ’erebî buwete «’ilim ḧîl ebî musîErebî» û «sindiwîcErebî» kirawe be «şatir û miştur bînhima kamxErebî» û «îlîpis» (le matmatîkda) buwe be «şilẍimîErebî» û «kultûr»yişyan lê kirdûyn be «qultûrErebî».