têkoşanêk le řaburdûda

Li pirtûka:
Zimanî Yekgrtûy Kurdî
Berhema:
Jemal Nebez (1933-2018)
 12 Xulek  68 Dîtin
ez beş be ḧałî xom; her le konewe hestim bewe kirduwe ke xizmetî řasteqîney ziman le ڕێێ kořêkî zimanewanîyewe dekirê. ca lêreda zorim pê naxoşe ke wa naçarim çîrokêk bigêřmewe ke basî xomî têdaye. bełam çî bikem! ew base beşêke le mêjûy zimanewanîy kurd. leber ewe lêreda her ewende dełêm: bo geyştin bem amance, bîst û dû sał lemewber, wata le sałê 1952-1953da legeł çend hawřêyek ke ew deme hemûman xwêndikar bûyn le zanistigey beẍda, qisem kird û le encamda komełêkman bo em îşe pêkewe na. amancî min lem kare be zorî ewe bû ke zarawe zanistîyekanî fîzîk û kîmya û matmatîk û gyanewrnasî û řêzman û... hitid bikirêne kurdî; be nyazî nûsînewey ew zanistane be zimanî kurdî.
 
le hawînî sałî 1953da carubar be êwaran legeł hêndêk lew hawřêyane le baxî bertekêy sileymanî ko debûynewe û em basananeman pêkewe dekird. sertan neyeşînim! xełkî hestyan beme kird. jimareyek mirovî dûrbîn û çawkirawe piştigîrîyan kirdîn. lewane nêwî dû kesim le bîre ke zor be cergewe leser em kareyan dekirdewe. yekêk lewane asnigerî benêwbang westa ewřeḧmanî xame sineyî bû û ewî dîşyan mîrza ’arfî bawkî mamosta fayeq ’arf bû. emane êmeyan xoş dewîst û deyangut êwe têgeyştûn; detanewê xizmetî geleketan biken. bełam ewey şayanî base eweye em hengawe wek hemû hengawêkî şořişgêřaney pêşřewane; hemû kesêk têy nedegeyşit. leber ewe zor kes kewtine teqe lêman. hêndêk le sawîlkeyetîy xoyanewe deyangut: «emane şêt bûn û têk çûn» û bezeyîyan dehatewe pêmanda. hêndêkî dîş deyangut: «nexêr îstî’mar řay sipardûn eme biken». wekû îsti’mar hîç îşukarî nebê le xizmetkirdinî kurd bew lawe. hêndê wurde borciwazîy xobeřoşnibîrzanî lexobayîbûyş be pêkenînêkewe deyangut: «ne babe emane çend minałêkî şovênî û bê eqiłn û duway kiławî babirdû kewtûn. egena kurdî key zimanêke ke kîmya û fîzîk û cebrî pê binûsrêtewe. wa girîman nûsrayşewe, kê deykiřê û kê deyxiwênêtewe». dyare em qiseye eger be terazûy lêkdanewey ewane bîkêşît ke be çawêkî bazirgananewe deřwanne meseleke, hîç diroy têda nebû. çunke zimanî kurdî ew řoje zimanî nan peydakirdin nebû. xo xerîkkirdinîş be şitêkewe ke nanî têda nebê, dyare bepêy boçûnî ew core kesane, «kerêtî»ye. êmeyş ew deme, çend lawêkî nenasraw bûyn ke taze le zanistigey beẍda demanxiwênd. hîçman temenî le bîst sał têpeřî nedekird. leber ewe bûbûyne małî bê dan û le hemû layekewe dirabûyne ber kilkan û hêrş debraye serman. bełam dyare ême bem qisane pest nedebûyn û hemû carê ke gałteman pê dekira, ew ayeteman dehatewe bîr ke dełê: «îyn tesْxeruwa mînّەا fe’îynّەا nesْxeru mînkumْ کەمەا tesْxerûneErebî».
 
le kurtî bîbřimewe: komełeke leber gelêk ho zor nejya. bełam ez her wazim nehêna û ewe bû ke le oktoberî sałî 1955da kiram be mamostay fîzîk û matmatîk le qutabxane nêwendîyekanî kerkûk; destim kird be nûsînewey zincîreyek kitêbî cebir û fîzîk be kurdî û jimareyekî yekcar zor zarawey zanistîm be kurdî dahêna û gelêk lew zaraweyaney dirustim kirdibûn, lewaneda be karim hênan. le sałî 1956da dû bergim be nêwî «seretay cebir»ewe be řonyo le kerkûk le çap da.
 
ca herçende em karanem be tenya dekird, bełam hemîşe leser ew baweře bûm ke karêkî wa her be kořêkî zimanewanîy ewto dekirê ke zana kurdekanî hemû layekî têda ko bûbêtewe. leber ewe ke le hawînî sałê 1956da bo hêndê karubarî syasî çûm bo şam û lubnan; lewê helim bo hełkewt û çawim be hêndêk le kurdekanî ewê, wek «’usman sebrî» û «řewşen bederxan» û «qedrî can» kewt û beřêkewt ew deme hawřêy mindałîm duktor «’îzeddîn mistefa řesûł» û «ewřeḧmanî zebîḧ lewê bûn. em basem legeł hemûyan kirdewe. ca egerçî zorbey zorî baseke ařastey ewe kirabû ke carê ba ber le hemû şitêk nûsînêkî latînîy yekgirtû bo zimanî kurdî dabnirê, ewca xerîkî kêşekanî dî bibîn, bełam meseleke bestirabû be damezrandinî ekadîmyekî zimanewanîyewe.
 
ke pişûy hawînî ew sałe biřayewe, geřamewe kerkûk û destim kirdewe be kar û le hawînî sałî 1957da namîlkeyekim le çap da bo biławkirdinewey nûsînî kurdî be latînî. lewêda bîruřay ’usman sebrî û xomim le barey «kořî zanistîy kurd»ewe be kurtî nûsî. her le sałî 1957da namîlkey «xwêndewarî be zimanî kurdî»m le çap da û basî «kořî zanistî zimanewanîy kurd»m be şêweyekî baştir û dûr û dirêjtir xiste berçaw.
 
em çalakî û karkirdine serumře, karbedestanî koneperistî ew ḧeley kerkûkî wurya kirdewe û kewtine berberekanê û bûne dujmin lêm. çend carêk be heřeşewe agadar kiram ke nabê le jûrî qutabxaneda be hîç corê be kurdî qise bikirê û be kurdî derz bûtrêtewe; çunke zimanî kurdî zimanî řesmî nîye. ca leber ewey gwêřayełîm nekird; le oktoberî 1957da be fermanî wezaretî zanyarî (jimare 43340, 1957/10/9) dûr xiramewe bo qutabxaney nêwendîy zubêr le besře, bo ewey pêwendîm be kurdistanewe bibiřn. řastîyekey herçende pêwendîm biřa, bełam min em helî dûrkewtineweyem le wiłat bo ewe be kar hêna ke le nawçey kişumatî ew demey zubêr û lenêw xełkî řûxoş û berçawtêr û mêwanperistî besředa, ew basaney gełałem kirdibûn, řêkupêkyan bikem û bo biławkirdinewe amadeyan bikem.
 
teqînewe kutupřekey şořşî çwardey gelawêj, helêkî yekcar başî bo kurdî ’êraq be taybetî û kurdî hemû cîhan be têkřayî hênaye pêşewe. bełam nebûnî dawwidezgayekî neteweyî şořişgêřaney pêşkewtinxiwaz le kurdistanda, řêy bo ewe kirdewe ke derebeg û koneperist û wurde borciwazî û ferîke markisî û zirke sosyalîst û dagîrkerperist, bikewne fişe kurdayetî kirdin û řê le kurdayetî řasteqîne bigirin û neyełn gelî kurd sûdêkî way dest kewê; pêy biłê oxey. ewî řastî bê, her le yekemîn řojî şořşewe hestim be berpirsyarîy xom kird û destubird pêwendîm be hêndê lew hawřê mamostayaney caranmewe bestewe û paş çend řojêkî kem, pêkewe bîrxereweyekman da be wezîrî zanyarîy ew serdeme ke duktor «cabir ’umer» bû û daway damezrandinî beřêweberêtîyekman kird be nêwî «beřêweberêtîy zanyarîy kurdistan»ewe. herweha daway eweman kird ke xwêndin le hemû pileyekî qutabxanekanda bikirê be zimanî kurdî û le zanistigey beẍdadîşda beşêk bo kurdewanî dabnirê û kořêkî zimanewanî řêk bixrê û beřêweberêtîy zanyarîy kurdistan bihênrête kerkûk û... hitid.
 
bîrxerewekem legeł xom bird bo beẍda û her ew řojey geyştime ewê; bo êware le beşî kurdîy wêstigey řadwêy beẍdada be yarmetîy hawřêm duktor «’êzeddîn mistefa řesûł», ke lewê karî dekird; tomar kird û bo sibeynê xwênrayewe û herweha twanîm le řojnamey «albîlad»yişda biławî bikemewe, em hewałe le kurdistanda dengî dayewe û cemaweranî kurdistan be zûyekî zû diłyan bo em bîre tazeye kirdewe û le hemû layekewe be biruske piştigîrî kira û bû be daxwazîyekî giştî. bełam hêndêk lewaney ke xoyan be serkirdey kurd dezanî, le cêy piştigîrî û yarmetîdan kewtine cinêw û hêrş û berberekanê. be taybetî çunke pêyan naxoş bû, em kare xoyan neyken û çend kesêkî dî ke ew deme le hîç dawwidezga û ḧîzbêkda nebûn, bebê pirsî ew aẍayane yek bigirin û bîken û gelîş piştîwanîyan bika. hêrşî emane geyşte ew peřî tundutîjî; katêk ke «’ebdulselam ’arf»y wezîrî nêwxoy ew kate řojnamey «albîlad»y leser biławkirdinewey ew bîrxereweye daxist. yekêk lewaney ke zor hêrşî naşîrînî debirde serman, bedaxewe kak «biraym eḧmed»y parêzer bû. kak biraym be serzarî way derdebřî ke gwaye «řoj řojî ewe nîye pyaw ew daxwazîyane be řojname biław bikatewe. çunke duktor cabir ’umer û ’ebdulselam ’arf pêy tûře debin û dełên eme gêreşêwînîye û carê katî ewe nîye. ca eger pyaw diłî ewane byeşênê ewa îşeke her ser nagrê». řastîyekey; kak biraym herçende be zorî lewe pest bûbû ke îşeke xoy destî têyda nebû, bełam her lew kateşda meselekey bestibû be hatuço û dił řagirtinî em wezîr û ew wezîrewe, nek bewewe ke bîreke bixrête nêw gelewe û komełanî xełk řêk bixrên bo dawakirdin û leser hełdan û şwên kewtinî.
 
be kurtî: gelêk ho ke lêreda cêy baskirdinyan nabêtewe, pałyan be qasmewena ke daxwazîyekanî kurd, be taybetî damezrandinî «kořî zanistî» û «beřêweberêtîy giştîy zanyarîy kurdistan» bixate pişt gwê û lecyatî emane beřêweberêtîyek be nêwî «dîrasatî kurdî»yewe le beẍdad dabnê; ke ewîş hîç dewrêkî nebû le pêşxistin û tewwijim pêdanî řoşnibîrîy kurdida.
 
ca herçende ew deme le qutabxane nêwendîyekanda, zimanî kurdî bo xwêndin be kar nedehênra; bełam her hîwam nebřî û le sałî 1960da bergêk fîzîkim be nêwî «seretay mîkanîk û xomałekanî madde»we le çap da ke le katî xoyda (wata le sałî 1956da) le kerkûk nûsîbûmewe. ew kitêbe yekemîn kitêbêkî zaniste ke be zimanî kurdî nûsrabêtewe. ew ferhengoke kurdî-’erebî-îngilîzîyey ke kirawete pêşkoy kitêbeke, yekemîn ferhengokî zarawey kurdîye. ewey şayanî base lêreda eweye ke her lew sałeda namîlkeyekim be nêwî «hêndê zarawey zanistî»yewe le sileymanî be çap geyand û ke le sałî 1960-1961yişda le qutabxaney nêwendîy ce’ferîyey beẍdawe gwêzramewe bo qutabxaney nêwendîy hewlêr, be yarmetîy hawřêm mamosta mela ḧemîd îsma’îl; lîjneyekim bo pêşxistinî ziman û edebyatî kurdî damezrand û derze kurdîyekanî qutabxaney mamostayanî seretayî hewlêrîşim girte dest û bêcge lew derzaney ke lewê demûtnewe û be řonyo bo qutabîyekanim çap dekird, her le sałî 1961da «ferhengokî zanistî»m bo le çap dan. ew ferhengoke jimareyekî zorî ew zarawe zanistîyaney têdaye ke êste le kitêbekanî qutabxanekan û berhemî nûserekanmanda be kar dehênrên.
 
êsteş kewa pitir le bîst û dû sał beser yekemîn hewłdanda be kirdewe bo damezrandinî kořî zanistîy zimanewanî têpeř debê, her leser ew baweře mawim ke kořî zimanewanîy zanistane, pêwîste le zimanewanekanî hemû layekî kurdistan pêk hatbê. ke dełêm «zimanewan», hełbete mebestim lewane nîye ke be kurdîyekî bê girê û goł denûsin; bełku mebestim lew kurdî zananeye ke zanistî zimanewanîyan xwênduwe ya fêrî bûn. zimanewanî zanistêke bo xoy û her kesêk cwan û řewan be şêweyek le şêwekanî zimanî kurdî nûsî, «zimanewan» nîye, bełku «zimanzane».