demeteqey nêwan feqîr û dewłemend

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 11 Xulek  123 Dîtin
leser daxwazî kake zyadî ḧeme aẍa û ḧakim ’ela’edîn eḧmed nûrî nûsrawe.
be nawî xuday fermanřewa bê
xêwî ka’înat pişt û pena bê
supas û senay bê ’edid û payan
ta řojî axir, şayanî yezdan
mekîney karî hemû xiste kar
newek gyandar, heta berd û dar
be pêy twanîn, hemûy dabeşî
le řûyî zanîn, dayye serkeşî
destûrêkî řast bo beranberîy
guł û diřk û dał, aqłî û kerîy
zana û nezana, tarîk û řûnak
estêre û dirext, ’asman û xak
derya û beřya, wişkî û teřayî
masî û sûsemar, kwêrî û bînayî
zistan û hawîn, behar û payz
hewraz û nişêw, diłxoş û ’aciz
zuhre û muşterî û, merîx û zuḧel
mang û řoj, îtir, jyan û ecel
germa û agir, şexte û bestełek
guley nabełed, dû çawî bełek
qiřjał û řeqey, le aw qerar da
giłxore û wiłey le xak dyar da
pêrû û terazû, be ḧewtewane
her ḧewte îşêk eken kêşane
bot bikem basêk, eger ebînî
le bîrit neçê, heta le jînî
řojê, feqîrêk wekû semendê
westa le qapî xoş dewłemendê
feqîr: lêtan têk neda, xuday bê endêş
şitêkî řewa bînin be derwêş
wełamyan neda, tequlbabî kird
yekê derpeřî, tif û babî kird.
xułam: kabra çît dewê, derga meşkêne.
feqîr: herçî xuda day, ewm bo bêne.
xułam: xułam çowe jûr, gewrem, feqîre
’ewdałî nan û, jaj û penîre.
dewłemend: parû le demda, kakî dewłemen
biřo derî ke, cadûy mekir û fen
biłê, xwa bida, meweste lêre
le małî aẍa, bixo kulêre
xułam pêy degut, çî řaspêra
feqîr deřoyî xêra, be xêra
małî yek û dûy, hemû pişkinî
birsî mayewe, be xoy û jinî
ẍerîb, řût û qût, enûzayewe
heta beyanî ekřûzayewe
ewřoş ta êwar, geřa le małan
geřîdey hemû dîwan û dałan
hanay birdeber kone feqîran
pêyan ebexşî weku wezîran
tesadufî kird, řojê le řojan
kewte dîwanî poła kirojan
ew dewłemendey xułam leber dest
wa danîştuwe, serbest û sermest
milyon û milyar, pare ejmêrê
qazancî pêrar, babê bexêrê
jimarenûsan, leber dest û pê
weku kewłî meř, lêy dabê espê
hemû le xoşî zerdey filûsin
nîsbet û fa’îz, be cebir enûsin
laq û perasû, be qutib û mîḧwer
ser be da’îrey ’erdî munewwer
saḧey baẍ û řaẍ, mesaḧey eken
sê wu çwar quřne û, dirêj û mî’yen
dewłemend be fîz temaşa eka
le qazancî sał, her ḧaşa eka
feqîre řûte, xoy pê nîşan da
ẍergey feqîrîy dabû be şan da.
feqîr: lêtan têk neçê, saman û serwet
beşî feqîran, desmayey dewłet.
dewłemend: biřo xwa bida, babim hîç nîye
řawestanî to, lêre bo çîye?
ziley mil estûr, bo xot ’emel ke
mał û minałit, dûrî ecel ke.
feqîr: witî min zilim, milim estûre
bo nanêkî to, cergim tenûre
bê cê û bê mekan, zar û awarem
ewa embînî, hênde bê çarem
katî minałî, beřêwu cê bûm
xêwî mułk û mał , swar espî şê bûm
çend îḧtîşam û, şewketim hebû
le to zyatir dewłetim hebû
xawen esłî pak, nejadî gewran
minî feqîr bûm, le çerxî dewran
be řa wu seyran, şew û řojî min
be bezim û awaz, gel amojî min
bûbûme qařûn, be laf û gezaf
ḧîrsim peya bû, heta kêwî qaf
dînim le bîrçû, esasî jyan
fiřêmdaye jêr sêberî «bî»yan
fiřêmda ewey fermûy le qanûn
«ḧetî tunfîqwa mîmّa tuḧîbّwin»Erebî
le nakaw, beła beserma řijan
xwênî demar û cerg û dił, pijan
bextî biłindim, serew nişêw bû
barî biçûkim, be wêney kêw bû
awarey kirdim, xuda le sara
çak bû neykirdim be ’erdî xara
êsta, be ’îlmulyeqîn eynasim
herdem le ḧemd û şukir û supasim
’îlim û dînim bê, bêbakim le nan
hemû řoj řizqim eda bêguman
etoş pêm nedey, hawqeranî min
le małî mela, eden nanî min
du’ay zor başim emin bo kirdî
«lêtan têk neçê», tê bige be wirdî
hêndet xoşîye, lêt wernegeřê
egîna negbet, pêt hełdegeřê.
dewłemend: dewłemend hate wełamî feqîr
bo to des nada, pîr û destigîr
biřo be řêy xot, hîçit nademê
ḧîkayetî kon, gwêşt nademê
berî mał exwa, ewey xerîke
tembełî wek to, keşkî ferîke
kê to enasê lem dewr û pişte?
be esił û fesiłit, swałit řewşte
herçî bêtelam, şitêk bistênê
heta beyanî hîçim namênê
minîş wekû to sergerdan ebim
le dergey małan, giran can ebim.
feqîrî huşyar, eyda cewabî
le řûy ’îlim û fen, ḧazir xîtabî.
feqîr: dunyaye deryay dirêj û pane
hezar dewłemend, set perêşane
muḧtacî beşdar, nîsbet çil êke
deyêk û çilyêk, bink û çiłêke
lat wa nebê to, min bexêw ekey
muḧafezey xot le des dêw ekey
nabînî, şewî tarî bê saman
şeş ḧewt estêre eyken çiraxan
ger feqîr nebin, nanxorî załan
mał û minałyan eben be tałan
bê dewłemendîş, cige le tirsan
her feqîr hebin, emirin le birsan
herdû tayefeş, dewłet natewaw
şewe û bote řoj, hewaş bote aw
hemû ka’înat, dû dû beranber
’îlim û nezanîn, řût û tewanger.
dewłemend: wełamî daye, biřo heş beser
begjima meke xuda û pêẍember
dunya, ger kurt û dirêj û pane
«nan her ew nane, ewřo le xwane»
xemî sibeynê, ger emřo nexom
ebê dê be dê, kesad bim, biřom
deyêk û çilyêk bigirin hejaran
řojaneş bidem be xêw jimaran
lîbasî mał û minałim bikem
te’am û neham, bikiřim cem be cem
derî nayenê sałê seruber
minîş weku to ebim qelender
dewłetparêzîm be to nakirê
ser û małî min, be to nadrê
ax û dax leber řût û derwêşan
be qisey pan pan, memke perêşan
em çîrokane gelêk kirawin
hemû bo luqmêk xepûz û awin.
feqîr: luqmey to tenya çareman naka
ebê komełêk, derdim dewa ka
çîrokekanim hemû ḧîkmetin
dewłetparêzî û sam û şewketin
xwa ’eqił û ’îlmî gelêk dawmê
çi bakim małe, ke neydawmê
małî dayîmî, ’îlim û ’îrfane
herdem le paret, axîr zemane
paret bidzirê û, mêgelit bixurê
be nanêk nabê, be feqîr bidrê
mebnay însanî musa’edeye
hemû gunahêk muba’edeye
ta dû tayefe nefret lêk biken
ewan binaẍey beşer têk eden
xoşî û naxoşî, řûtî û dewłemen
«lîyebliwekum eyّkum ئەەحسەن»Erebî
min û to herdû tecrebey xudayn
le ẍeş derneçîn, herdû řûsyayn.
dewłemend: xot le min besta, perpûtî nakes
ke małim hebû, lutfî xwam bes
mertebem hewraz, le çawî ’alem
wekû to çi kes, nambînê be kem
dizî û cerdeyî, nakem be pîşe
wekû bê îşan, be cergî řîşe
pûl û penabat, le batman û gez
selem û řîba, egirim be qaqez
ketîre û mazû û xurî ke ekiřim
filus be filus qazanc wer’egirim
bê wazim le xełk, xerîkî karim
ẍemxiwarî îmřo û sibe û êwarim
nanîşim exurê, małîşim eçê
be řewac, ’erz û ḧałîşim eçê.
feqîr: şerte mertebet, berzî, lay xwa bê
nek lay ’alemî kewn û fena bê
tekebbur meke, herwekû minî
ta xot beser xey, ewsa le binî
milkeç bû şeytan, cêy asman bû
nabînî cêgîr le bin ’erdan bû
dizî û cerdey çoł, gişt kes ezanê
to way edzî, kes pê nezanê
hoqe û terazû û gezit niqustan
małî set kes, řoj, ebey be tałan
bê tewekûlî, egîna sibey
nazanî legeł xuda çî dekey
ser û çawî xot, ke xawên neşoy
be çiłk û mîkirob, îtir řenceřoy.
dewłemend: guman xerapî, feqîrî naçar
wexte bêy begij ḧesar û dîwar
çît le min dîwe, pêwan û kêşan
małî hetîw û řût û derwêşan
pyawî yek dunya bûme nek huma
«bel alreculu reculahuma»Erebî
xizim û ’ela’îq wekû kirêkar
be pay pîl exon, dû car û sê car
her de’wetêkim bo şa û emîran
be kurtî biłêm, bayî set lîran.
feqîr: bem qisaney xot, wa îlzamit xward
be de’wet, qisey zilit řabward
bertîl û řeşwet edey be mîran
takû tałankey małî esîran
nabînî fermûy xuday min û tu
«kulwa waşْrebwa wilatusْrîfwa»Erebî
daway dû dunya ekey seruber
kê řeha ekey le destî hejder?
dewłemend: be ziman lûsî dełêy casusî
kitêbêk ebê, eger bînûsî
boç be wergirtin exwênî beyat?
nîyetî qena’et, ḧedîs û ayat?
her kes be pêy xoy řût û birsîye
îmřo zemanî nefsî nefsîye
taze têpeřî, beşer řêk kewê
kar aşkiraye wek řoj û şewê
kakî xom, minîş ezanim însan
derbarey eka kelamit beyan
«îza mesّehu alşerّû cezu’aً»Erebî
«îza mesّehu alxeyru menu’aً»Erebî
bełê, nezaket herdem diruste
řêy «wifezّelْna be’ْzehum»Erebî, beste.
feqîr: çunke bê şerîk, ezanim xuda
namewê mîllet lêk bibê cuda
bîrî lê biken xo meken ẍełet
le «ce’elْnakum ewmّeةً weset»Erebî
le řûy bêgane heta dyar bin
be naz û nyaz, be karubar bin
ke wîstit birat, wek to bê nawî
emca kesêkî îman tewawî
gewre aqłimend, dewłemend sexî
be taybetî ’êl, her ebê bijî
gewre bin nefam, dewłemend řezîl
cêtan le dunya, ceḧîme û sîccîl.
dewłemend: daway qewmîyet be to nakirê
ew darey çandit, berêk nagrê
swałî nane, ya swałî cîhan?
’alemit xiste ber tîẍî qisan
em dawayey to, bo kesêk başe
sindûq û cantay piřî me’aşe
be pařanewe nan peyda ekey
le řûy fend û fêł, cinêw bo edey?
eger le me’den, ałtun peya bê
set baqe derzî, gasnî tê nabê
dewłet çatre le bê dewłetî
xuda qewmî cûy kirdin pê petî
çunke pêyan wit xuda feqîre
êstaş qewmêkî ẍezeb lêgîre.
feqîr: be mał û mindał, ba kes nenazê
her kes bixiwazê le xwa mirazê
egerçî serwet eken jimare
«înّe al’însane lefî xesareة»Erebî
xêwî sed «ئەەلمال û albenune»Erebî
«îylaّ alzîne amenwa»Erebî nebê
katê ke bûye sułtan etabuk
înca cwane, «de’ْ ma yurîbuk»Erebî
cinêwfiroş nîm, bebê fend û fêł
nan û nesîḧet, minî kirduwe wêł
boye qewmî cûy kirdin aware
heta têbgen sibe û êware
çake bekomeł bînaken wetaẍ
«ma ’elî alirّesul îylaّ ئەەلبەلاغْ»Erebî
řû wermegêřn le nawu le dîn
«înّe alşeytane ’eduٌّ mubîn»Erebî
dił perwerdeken, le cîns û ’eded
ke ew perdax bû, perdaxe cesed.
dewłemend: le řûy zemane zorin behane
lêde kemançe û ’ûd û çeẍane
heta ledûme, keyfî pê ekem
le dûşim nehat, tifî lê ekem
řemezan cejnî řût û qûtane
bo dewłemendan cejnî qurbane
axîrşeř nebî, boç wat beserdê?
baxî arezût, key bot beber dê?
nemdî le dozex kesê bêtewe
bo beheştîşt swêm debêtewe
her xwaş dezanê çerxî ka’înat
bo kê esûřê û, kê eka qepat
hanê bîst fils nanî pê bikře
goşey řîswayî xotî pê bigre.
feqîr: bîst filsekey to be sed dînare
qena’et ekem heta êware
qisey pêẍember ekem musteme’
«’ezّe menْ qene’ْ, zelّe menْ teme’ْ»Erebî
be bexşîn nebê nagen be kanî
«înّe al’însane ’ebdu al’îḧsanî»Erebî
fermûdey îmam «’elî»yim lebîre
«e’tî menْ şî’ْte tekun ئەەمیرهErebî
weselْ menْ şî’ْte tekunْ ئەەسیرهErebî
wasْteẍْnî ’enhu tekunْ nezîrh»Erebî
le xwa exwazim be feqir û ẍîna
řêgey hîdayet pêman nîşanda
le řêy mewla bîn xawên û wirya
xawen necat bîn le beřiř û derya
leser hemûtan supas û selam
du’a bo meram, «ûەالمسکû xîtam»Erebî
řacîNasnava edebî, exwazê awatî kurdan
le yezdanî pak, le şahî merdan
ewîş diłsozî xakî kurdane
hejarî bê mał, pêçkey pirdane