geştêk be gundekanî deştî koyeda

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 4 Xulek  100 Dîtin
be basêkî xoş, wa dême yarî
nîşane û naw, hedye û dyarî
le řojanî geş, le mangî nîsan
ke hate gîrsan mêlaqe û nîsan
ḧacîle û beybûn, hełałe û sunbul
hemûy direwşa, be dem xendey guł
birîqe û hewa, dinyay kirde deşt
werne mêrxuzar, benawî beheşt
le her cê deçî, legeł çawî yar
«cinّeةٌ tecrî teḧtiha الئەەنهار»Erebî
legeła kak «’ezîz», waman da qerar
biçîne «teqteq», leber îş û kar
naga, řêk xira esase û supa
çapûk swaran, be tepił û seda
le dêy «xerabe», heta şîwesûr
be seyran û řaw, le nêzîk, le dûr
be tawman biřî hewraz û nişêw
kes bakî nebû, be fîl û be dêw
şew çûyne «gerimk», lay «kwêxa ḧusên»
çend xizmetî kird, be hêz û be tên
bełam le girmey hewr û tirîske
’alem esûřa, weku birîske
sibeynê bexêr, çûyne «muxeřřes»
baranî betaw, kirdînîye exres
êware çûyne «baẍecnêr», benaw
fatîḧaman xwênd bo gencêkî law
sibeynê be ’am, hatîne «teqteq»
dengî pêkenîn, wek ḧacî leqleq
mulazim ewwel kake «ḧamîd beg»
demarî dujmin derdênê le řeg
«miḧemmed řemzî», midîrî benaw
xizmî xomane, bebê ça wu řaw
sê şew û sê řoj, bezim û bade bû
meclîs guław paş, saqî sade bû
bezmî çaweşan, seday çeẍane
hênaye lerzîn, diłî zemane
her şew le małêk, be bezim û yarî
dînar û dirhem, betaw ebarî
biřyar dira wan, bên bo «xerabe»
komeł têknedan, bê pirs û cwabe
des webanî çem, qerare yek dem
ḧakmî koyeş bê, dûr le derd û ẍem
taqim, werîbû bo «mela zyad»
hemû niqustan, her mela, zyad
xeberman henard bo «kwêxa ḧusên»
midîr û zabit, qomîser ke dên
ser le êware, suwar bûn ’egîd
bo dêy «xerabe»y emîn û řeşîd
taqim becarê kira be dû şeq
yekêk bo koye û yekê bo teqteq
kê mabû le dê? suwarî serkeş
her min û aẍa, legeł dû çaweş
sibey ser le zû, bê şwên û mecal
kiraye serman, řesmî îstîqbal
ta řexşim zîn kird, poşîm neberdî
pêm naye řikêf, be destubirdî
dehoł û zuřna, keřî kird felek
lam wabû hatin be seyran, melek
wemzanî leşkir, çwar dewrî girtîn
le naw newazîl, řenge be qiř çîn
ke dîtim aẍa legeł dû çaweş
westawin le řêm, bebê diro û ẍeş
fermû ba biřoyn, be pîr komełe
merkez «gerimk»e, xo meken hełe
aẍa bo pêşwaz, be qetre û be ẍar
paşwaz emin bûm, le geştuguzar
dû çaweş le beyn, «’usman û kerîm»
dehoł û zuřna, bû bûne nedîm
dekutran le řê, weku ře’dî piř
ême be lawik, espan miřemiř
řêbwar eyandî ke ême le dûr
eyanut çaweş hatin be destûr
ke eyanzanî aẍa wu melan
xecałet ebûn, têkřa eşłejan
her le «kanî řeş» taçûyne «karêz»
tûşî sed kes bûyn, beřêz û bê řêz
le «karêz»ewe tawekû «gerimg»
her çwar suwarî çalak û çapik
lewê dabezîn be şewq û be jîr
hatin zabit û me’mûr û mudîr
lewêş nan xura, nanî nîweřo
suwarbûn hemû, le řûy cistuco
heta «kanî řeş», hatîn be seyran
espî mamizgir, be bałî teyran
fîqey dûzele û, dehoł û sazî
mela’îketî xiste řimbazî
bo îstîqbalî ḧakmî dîwan
çûyne «qułqułe», ye’nî ber meydan
pêkdî şabûn û, toqe û des le mil
çawî řojanî piř dekird le kil
emca guşadîy, heta «xerabe»
bê qeyd û şerit û, su’al û cwabe
hemû dabezîn, hozî dilêran
le neşîmena, hawtayî şêran
řacîNasnava edebî le yezdan epařêtewe
ke ’eybî kurdan bişarêtewe