witar
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
2 Xulek
155 Dîtin
supas û sitayş, şayanî kirdewey ewe bo berizkirdin û řêkxistinî beşer.
min ke hetîwêkim le hetîwe pêgeyştuwekanî kurdistanî şîrîn, be hîwayêkî zor berz legeł gewrekanî hetîwperwer û nîştmanperstekanî xoşewîst dełêm:
1- hemûtan le mêjûy pêşûda zanîwtane ke le dway lêşaw û lêzmate gewrekey nûḧKes pêẍemberda awedanî le xakî pak û şîrîn û řengînî kurdistan damezrawe be des komełêkî diłpak û xawên û řast, ewaney yezdan hełîbjardin bo jyan. wata le netewey ewane, pêwîste hozî beşer be terzêkî řêk bijya. be myaney westanewey keştyekeyan lem xakeda, burhan dekirê ke zimanî kurdî zor pêşkewtû buwe, çunke hoze be pêşçûneke xake nazdarekey xoy ber nedawe.
2- ew hoze be hemû corêk têkoşer buwe bo damezrandinî hemû pêwîstîyekî komeł.
3- zor pyawî berz û bałaman derkewtuwe ke beřêkxistin û perdaxtey weten xerîk mawin be destûrêkî jyan.
4- heta zemanî pêẍember ḧikumet û pyawî gewreyan her hebuwe ke komełyan jyanduwe.
legeł hemû tałîyekda em mindałe biçûkaney nîştimanî ême hetîw mawin, hetîwî be her ca, bełam dayke xoşewîstekey şîrîn şîrîşman kewte baweşî ziř bawkêkî, bełke zor ziř bawkî napak, ke bo kuştinyan tê ekoşin daxekem.
înca serweran, lebertan depařêmewe:
1- leser tîrey bawkekanî pêşûtan biřon.
2- be tewawî bizanin her řêkîyekî hetane, eger lejêr destûrêkî komekîyda nebê sernakewn.
3- řêkî gewre «ḧikumet», řêkî biçûk «’eşîret» pêwîste. kewabê naşya be hîç babetêk ke gewre le biçûkan nebûrin û be hêzî jîrî û hoş perwerdeyan neken.
tika le gewran dekem ke pêgeyştûn, nek le biçûkan ke natêgeyştûn, tikayan lê dekem bo pê geyandinyan zorî dewê we detwanin byankene hemû core nîşane û sengerêk. wa dyare jyanî komełî gewre le hî biçûkewe peyda debê «ta yek nebê, dû nabê».
hîwame le pêş heriştêkda «koye» bijya legeł wiłat, lelayekî dwayî kurdistanî şîrîn lejêr destûrêkî řengîn.