le pesnî koye û karbedestan
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
2 Xulek
192 Dîtin
xakî wiłatî «koyeCih», berçawekey behare
honrawî îş û karî, le çawimda dyare
hozêkî wa be pêşçûn, wek pîrî bîr û diłxûn
be têkoşîn û derçûn, şêr û piłîng û mare
bo kîmîyay îdarîy, qa’îmmeqamî ’adîl
«şamîl begKes»y cigerdar, şabaz û şasware
bo îstîlay ḧiqûqî, «’ela’eddînKes»y ḧakim
lem komełey be nawbang, ew kanî îşukare
bo îndîfa’î mîllet, řołey «ḧîkmet efendî»
midîrî mekis û gumirg, řoḧî dił û demare
midîrekanî zanîn, serçaweyî humêdin
lem merde serwerane, em kurde bextyare
saḧêb nifûsî koye, «cemal aẍay ḧewêzî»
bo întîzamî mîllet, piř koşiş û lebare
zexîredarî xêzan, temwînî nawe îmřo
feqîr û dewłemendan, hemû deka jimare
şurtey eger enasin, çi da’îrêke, bîłêm!
bo nexiş û tewnî mîllet, candarî can bêdare
serbestî nîştimanîy, tecnîdî ser biłinde
wek muẍnetîsî řoje, yan kehrebayî şare
aẍa legeł ehalî, be lutif û çawedêrin
baranî fils û dînar, leber desî tucaře
miqyasî bey’ û bazař řast û tewawe, bikiřn
pêwîst, leser dûkanî beqałe ya ’etare
em řebit û zebte wabê, çîme le çerxî dewran?
em ’edil û dade mabê, boçîme îstîmare?
serî xoş û diłî xoş, řacîNasnava edebî le koye mawe
pêşkeş ekem supasim, ta mawim lem kenare