le dirêjey pesnî kake zyadda

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  137 Dîtin
hemû ’alem le řûy bext û mirade
diłî yaran be dîdey şewq, şade
hemû bazařî dujmin, wa kesade
zemîn řûnakîy û, cejnî bîlade
ke řoj bazî serî kake zyade
şehî îqlîmî kurdane, be yezdan
ke her ew xawenî nane, be yezdan
hemû fezłî le dîwane, be yezdan
elektirîkî şebustane be yezdan
ke zuhre diłberî kake zyade
«suleyman»y ’elemdarî cîhane
«filatûn»y ḧekîm û, diłistane
muḧîtî ’îlim û ’îrfanî zemane
feřî cûdî, wekû deryayî pane
sikender nokerî kake zyade
le te’rîxê, ke dunya danrawe
melek, cind û perî, řîze kirawe
nemamî noberey adem řuwawe
zeman řołeykî way nîşan nedawe
biłêm ger hemserî kake zyade
binoşin, ey gelî kurdî qelender
be qeřřabe û, be badey kaseyî ser
be awazî biłindî mîr û noker
weku bulbul newaken, pîr û nober
ke cejnî kîşwerî kake zyade
sinûrî nîştimanim, baẍ û řaẍe
bilûrî dostanim, saf û saẍe
diłî dujmin, le sed cêgawe daẍe
lebin hatin, çi qewmî quřimsaẍe
ke çerxim, řehberî, kake zyade
hemû bezim û nyaz û kame
îmřo hemû zewq û kizey pêname îmřo
hîway dû lêwî saqî û came îmřo
serukarî gel û encame îmřo
le saḧe û sêberî kake zyade.