şîwen bo koçî dwayî seyd eḧmedî xaneqay kerkûk

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  118 Dîtin
le îslama, ewî emrî xuda bû
be çapî ferz û sunnet dařja bû
ezel, karêkî hênaye dirustîy
dirustî kird û, piř sûd û beha bû
heywilay kirde řawêjî serukar
be milyon berg û řengî nexşira bû
îradêke hewênî ’îlim û qudret
ke însan, çaktirînî masîwa bû
îtir boye mukellef bû be îman
nexoşxaney hemû derd û beła bû
ke mamostaye, bo teḧlîl û terkîb
mewalîd û ’enasîr, kîmya bû
le řûy pêẍemberan û feylesufan
eserxaney řewişt û bîruřa bû
zemaney hamuşo, mêjûy ke ajot
le mabeynî beşer, nîsbet peya bû
le tek pêẍemberî û, nafamî bê ber
demê aştî, demê şor û hera bû
le neslî xatem û fexrî řîsalet
ḧusênî seyîd eḧmed xaneqa bû
ke heşta sałe ’umrêkî enexşan
xerîkî řah û řesmî mistefa bû
edîb û, feylesuf û, ’edil û, ’alîm
sexî û serbestî koř û muqteda bû
zuban çi biłê? len asînî tewawî
ke u’cûbey tewawî ewlya bû
le ’îlmî nefis û, hêzî muẍnetîsîy
-----------------------Teksta ne aşkira
le katî gencîyu pîrî, berew pêş
lenaw şarî diłanda, kehreba bû
heta axir hewarî xizmet û dîn
ewî kirdî, bebê fêł û řya bû
hetaku cejnî qurban, řojî dûşem
ser û mał û dił û gyanî fîda bû
ke îḧramî şikand û, małeway xwast
îtir małî musłimanan xera bû
le dunyada, ke tedrîsî tewaw kird
xerîkî camî’ey darulbeqa bû
bijîn, kake «ḧusên û kak muḧemmed»
lenaw ew da’îrey kangey wefa bû
ewanîş her yekey, elḧemdulîlla
beřêgey bab û bapîran řeza bû
le exlaq û, řewişt û, têgeyştin
hemû xełkî lewanřa şareza bû
humêdin bo gelî kurdan û ’areb
legełyan bê, ewî lutfî xuda bû
becêy hêştîn, hemûman, bawkî meřḧûm
le cennet cênşîn û, diłnewa bû
le gwêy řacîNasnava edebî zirînga sałî koçî
be feř şadî beheşt û, ewlya bûHisaba Ebcedê: be fir şadî bihişt û awlya bu = 1371 koçî = 1952 zaynî.