le naxî derûnewe

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  299 Dîtin
car car şepolî hestêkî bê bin
dê eşłeqênê gomî bîrî min
kedê şepolî ew heste qûłe
deryay derûnim exate cûłe
řapêçim eka berew řaburdû
řabûrdûy wekû gułî: babirdû
ew řabûrduwey nageřêtewe
gułê kesîs bû nageşêtewe
dênête yadim: jînî beserçûm
řojanî tarîk, şewanî pêşum
ewdemey jyan bo hîwaye bû
mebestî tenya bo biřwaye bû
gyanim şeket û leş çewsawe bû
keçî derûn û dił ḧesawe bû
zîndan ta biłêy tarîk û teng teng bû
berew řunakî gwêm her le zeng bû
xwên germî coşî hewł û xebat bû
agir xoşkerî jêr wirewzat bû
hengaw ařastey řêye bû pîroz
begel, bebřiwa, be mebest diłsoz
dił piř le ’eşqî mîllet peristî
hoy lêdanî bû gel xoşewîstî
dway ewe wird wird ew bîr û hestem
emgêřêtewe bo jînî êstem
lem hat û çoye dersê wer egirim
zimanî ḧałe hetakû emirim:
hergîz namrê baweřî zîndû
bekaresatî êste û řaburdû