pesnî şamîl ye’qubî cênşînî koye
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
2 Xulek
138 Dîtin
xuda çerxî be karî kîmya kird
hewênî dadî, piř ’erd û sema kird
direwşî da, qezayî koyî sincaq
ke řojî řûnî kurdî aşkira kird
biłêsey ’edil û estêrey se’adet
be qa’îmqamî êmey řehnuma kird
newey ye’qubîyane, kake şamîl
hemû derdêkî bê derman dewa kird
ehalî û şêx û aẍa û melakan
hemû pêwîstî her kes, pê řewa kird
leser miqyasî jîrîy, bê terazû
beranber hat û, mexlûqî řeha kird
le řûy bexşîn û lutif û řeḧim û însaf
qezayêkî teř û tazey bîna kird
be ’îlim û fenin û wiryayî, le piřda
be ’alem kehrubay behrey wefa kird
le řêy teḧlîl û teřkîbî esasî
be berzî nîştiman, ferzî eda kird
ke hate ser jimare û cebir û nîsbet
şikawu saẍ û nawencî cya kird
ke hate ser mesaḧey mîlletî xoy
hemû şeklêkî perdax û beca kird
ke xawen xoyetî bo nezim û tertîb
diłî kurdî piřî ḧemd û sena kird
buwe bawkî beşer, wek dewrî adem
bełê wek nûḧe, keştî bo çya kird
ḧeqîqet, feylesufêke le kurdan
ke destûrî suleymanî peya kird
ke ew gencey be em çerxe nîşan da
xuda řeḧmî be qewmî bê newa kird
be çî kem wesfî ew ’alî cenabe
ke «şamîl bêg»e nawî, întîha kird
were řacîNasnava edebî, bipařêwe le yezdan
ke êmey wa birayane teba kird.