be nûrî hêz řûnakin, zemîn û asmanî kurd

pesnî şamîl ye’qubî cênşînî koye
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  103 Dîtin
be nûrî hêz řûnakin, zemîn û asmanî kurd
be atomî ’emel pakin, dił û kelle û gyanî kurd
be biřyarî cîhangîrî, hemû yek bîre westawe
nîşaneşkênî awate, serukarî zimanî kurd
ke te’rîxîş neka saẍî, biłê řeḧmet le řabirdû
ke êsta ew beheştey xwa efermiwê, nîştimanî kurd
mişûrgêřî eger zorîşe, kurtî pêt biłêm kêye
ře’îsî şarî kerkuke, şehî řutbew nîşanî kurd
neseb «ye’qubî»ye, nawî be «şamîl begKes» enasin gişt
kuřî beg «safî ’ebdułłaKes», necaḧî îmtîḧanî kurd
le jînda kon û bê tam bû bû qewmî ême, ser lenwê
dilêrêkî weha berzî be destûrda jyanî kurd
ebînin hewr û baran û, biłaçe û mang û řoj û çerx
le řûy qazancewen giştî, be giştî pasewanî kurd
gułî bextî werî bû, çirç û sîs bûbûn gya û darî
gułî pişkûtewe dîsan, geş û teř, baẍ û banî kurd
çirîkey bulbul û qumrî û, zirîkey baz û nazî gel
esîryan daye ber mewday şepolî keşkelanî kurd
tirîngey tepłî cejne, piř be dunya, emser û ewser
jyawe, namrê, serbest bowe xanedanî kurd
be zanîn û be wiryayî, be bexşîn û be abûrî
le çaxî em ḧekîme, serbexoye kameranî kurd
şehenşahêke bo jîn û řewişt û pasî serbestî
nimûnêkî îradey xwaye, em nutiq û beyanî kurd
supasî ew supasalare, řacîNasnava edebî qet tewaw naka
îtir her cejnî pîroz bê, hemû hozî cwanî kurd