pesnî seyd hadî efendî

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  99 Dîtin
be new’ê kewteder ’îrfan, tirîngey tepłî şadî hat
seraser piřkiran dewran, ke nawî nûrî hadî hat
le zînet asman piřbû, wekû go şewqî dił xiř bû
be meydanî hunerda çû, girêyek, sed guşadî hat
be bezmî nezmî te’mîrat, xuda hênaye teḧrîrat
le koysincaqewe dêhat, hemû cejnî muradî hat
wekû řostem, seyd hadî efendî řojî bunyadî
be tekye û mescîd û nadî, be bazařî temadî hat
’eceb ḧukmêkî damezran, be kem wextê wekû baran
lelayê meřmeř û mercan, lelayê ḧerfî badî hat
lelayê gêç û berd û dar, lelayê hendese û kirdar
lelayê mescîd û bazař, lelayê nexşî ’adî hat
dełên me’mûrî ewqafe, diroye, ew quley qafe
nifûzî emrî piř tafe, begwêrey î’tîmadî hat
semay gułzarî pêdakird, sitarey neḧsî awakird
ke çend dûkanî înşakird, çi eskender nejadî hat
çi dûkan, qeyserî qeyser, çi dûkan, meřmeř û gewher
le zînet muntezîm yekser, be bezmêkî îradî hat
jyan û nazkî û řewşen, diłî wek cennet û gułşen
ke «koye» meyser û meymen, be pêşkewtey bîladî hat
be şu’ley řastîy serkewt, le ewcî ẍîreta derkewt
le qapîy ew ’ed û werkewt, be ahî namuradî hat
ḧikumet małî awabê, ke zatêkî wehay la bê
be terfî’î muheyya bê, kewa huşyar û hadî hat
xuda ta axîrî karî, bimênê kar û bazařî
ke em, serberze asarî, be çakîy şikił û madî hat
hemû «koye», sefa piř bû, ke ew şêrî şikarî xû
be heywanî wefada çû, be tuřřey îctîhadî hat
leser ḧukmî ezel řacîNasnava edebî ke kêşay řesmî te’rîxî
cirîwey kewkebey daym le burcî înfîradî hatHisaba Ebcedê: cirîwey kukbey daym, le bircî anfiradî hat = 1354.