şanazî şeř
şî’rêkî şa’îrî gewrey «çîn» «tofo»ye le ’erebîyewe kirdume be şî’rî kurdî
Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
1 Xulek
1035 Dîtin
kořî şeřêkî kon bû ewey dîm
cale serpiştî espim dabezîm
hîçim ne’edî le gya bewlawe,
şepolî eda gyaş bedem bawe
çen pełe hewrê be asmanewe
bê tirs û perwa esûřanewe
gełay ałtûnîş wa lêre û lewê
zor be daxewe eřjê, ekewê
piřzułey laşey kujra û becêmaw
legeł kelley ser, legeł çałî çaw
ewyan pê xor bû bo mîrûlekan
em cê seyranga û řawî kirmekan
bîrim kirdewe le ḧałî beşer
ke bo sergerm û sûrin leser şeř
ca yek henasey germim be ba da
meynetî gêjî dam lenaw bada