yadî bêkes

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 2 Xulek  612 Dîtin
ey firîştey hełbestî wird!
mijdebê ba le to û le kurd
yadî de sałey «bêkes»e
ew bêkesey kurdî kese
ew bê kesey nemirduwe
lenaw derûna zînduwe
ejî wekû şî’rekanî
bo xizmetî kurdistanî
***
bêkes le dewrî řabirdu
be gyanêkî lexoburdu
be biřway asnînewe
kewte şî’ir honînewe
şî’rî çî? pişkoy agire
dilopî xwênî şa’îre
şî’rî «bîst wiḧewt sałe»key
kird be zimanî ḧałekey
ew demey wek bomba teqî
řûbeřûy cewr û naḧeqî
qisey dilî xiste ser lêw
bê ewey sił bika le dêw
wutî xakim wêraneye
jêr çepukey bêganeye
hwî îsti’marî îngilîse
ełêy şeytanî negrîse
wutî: mayey to diroye
her bo tałan û biroye
ey bed řewişt û kirdewe
kurd çawî nûstiwî kirdewe
ezanê to dagîr kerî
nayewê jînî nokerî
***
bem çeşne şî’rî germ û guř
řun û řewan wek awî xuř
suk û asan û bê girê
bo ser ziman ekewte řê
şî’rî piř soz û tase bû
daxî dił û henasebû
bîr û baweř û wêne bû
bo derunî awêne bû
hemwî hewên bû bo xebat
bo azad kirdinî wiłat
teř û paraw, betam û bo
bo kurd ehate giftugo
***
ey gyanî bêkesî nemir!
ey şa’îrî meşxeł hełgir
ey mamostay hełbestî cwan
řakşawî girdî seywan
ey mişur xorî qewmî kurd
xoşewîstî dirişt û wird
herçende awîtey giłî
ta ebed nexşî serdiłî
ejî legeł serktewtna
legeł cûłe û nesrewtina
legeł diłsozî û pakî ya
legeł tîşkî řûnakî ya
yadî to nwê ebîtewe
hergîz lebîr naçêtewe