ey xwa! lem mawe damawim be pawe, ya necat

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  146 Dîtin
ey xwa! lem mawe damawim be pawe, ya necat
beşxuraw, pê bestiraw, karim kirawe, ya necat
merge serxoşîm û zîxim piř le çawe, ya necat
gyan le gîrfanî diłim bê naz mawe, ya necat
řastebazařî jyanim bestirawe, ya necat
kê heye pirsêkî pê kem, řastîm pêda wełam?
kê heye dûre şeř û dawa wu aşnayî selam?
kê heye hawtay heq û yarî û dirustî û jîr û fam?
herçî hes dûřû û dirozin, paşejen, pêşew xułam
şêt û sersam bûm, delîlêkim nemawe ya necat
ey xwa, to ademit kirde firîşte, ya beşer?
ger be tenya ademê bû, boçî kirdit derbeder?
boçî kuştit, boç kuřanit kirdine weḧşî û zerer?
boç řiqit hesta le emlak û, zewît kirde kujer?
êste daway ademîyet řêy biřawe, ya necat
to witit adem le quř xułqawe, şeytan agire
xak tebyatî subat û sebre, agir baẍre
êste ême bûynete ew xołemêş û damre
her etoy karit begşitî, pêçewane ḧazre
ger ser û karî qedîmît řabřawe, ya necat
ger hemû pêẍemberanit nardûn îş serkewê
çawî em qanun û weḧyanet ke hergîz naxewê
şertî însafe kesê xoştibwê, qet nesrewê
naḧeze, sistî û betałî û namradîmî ewê
min ke kûrey dozexim bo daxrawe, ya necat
’alemî kon û nwêy xakîte, xak qûtî eda
gêj û lûlî bařeş û barane, ber lûtî eda
çend berîd û mîlî lê estênê, yek fûtî eda
wîş, benawî erk û merg û goř û tabûtî eda
kar wa dijwar û sext û natewawe, ya necat
emxene jêr barî kot û, her felaqe û pê leqe
emdenê jehir û zeqûm û, serdemê emken şeqe
nabřê top û tiřî em hoze lêm herdê teqe
tuxwa em ḧałe bo mexlûqî serbestit heqe?
çaw piř aw û, dił be taw û, gyan be dawe, ya necat
diłberî xo pêwenan û, pêwedan û, pêweçûm
pêwe řiskî bê ḧeyayî û, pêwe řêjî abřûm
xamekêşî nexşî tom û, tanekêşî kundebûm
çî hełênê dem weku min, her ełê bem çeşne çûm
asewarî çake paşewpaş geřawe, ya necat
řûřeşî û dûdeste ejnoyî, gelêk peydabuwe
bê řewştî û tembełî, řengî jyanî birduwe
xaneqa û tekye û desîsey dujminan serkewtuwe
her minałêkî hebû, lêwî pija bem caduwe
bêje jîkoNasnava edebî beşxurawe, ya necat û, ya necat!