seyrî fincanî mem û, badey demî zîba ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  100 Dîtin
seyrî fincanî mem û, badey demî zîba ekem
yarmetî çawî xumar û, maç mezey ře’na ekem
řesmî şabaşî le hełqey perçemî mîna ekem
yaneyî bextim le sîney gułşenî selma ekem
şanşînîy xom le kułmey kehrebey sîma ekem
cûtî şahênî biroy, pêwîste bo şařawî dił
neşterî mujganî bo şîşe û qulapî şan û mil
daneyî xałî le dawî ’îşqida bo teyrî zil
agirî lêwanî bo birjandinî zamanî kuł
nerim û nołe, çende şil şil qametî sewda ekem
meykede û loqnitexaney bezim û sozî «řeḧmexan»
řayełe û bał hejanî bîd’et û, şorî zeman
nazî piř awatî çawî, ’îsmete bo nîştiman
namewê berg û mi’aş û, sîsterî bêganekan
xestexaney gyanî zamarim, lebî leyla ekem
şeř legeł kes nakem û, sûdî řyayî, namewê
şit le kes naxwazim û, baraşî mergim dakewê
min xewî mestîme daypoşîwim û qet qet nařewê
bîrî pare û mamłet û bazař nakem hîç hewê
kone pîşey xome xom řîsway qedî tûba ekem
dewłetî giryem heye, wa piř ’eqîqe damenim
řênicberî ’îşqim, le îşim girtûn gyan û tenim
pyawî aẍa û şêx û beg nîm, tûtî asa pêkenim
ew nemamaney xełk çandûnî hełyan nakenim
dujmin û duřinde nîm, çon karî bê perwa ekem?
ger le sayey nazî diłber, paketî «lokis» exom
ger be serxoşî, wiłatî ’areb û fars exom
ger berî pê řanegeywî her diłî awis exom
nawbijîkarî wetenim û, herdeme bokis exom
sed şukir, twanam heye lem xake emlawla ekem
basî sêw û seru û bê nakem, le em damêneda
çun diłaramî benazim, lew demey bê wêneda
nakirê basî tewawî, ta cinêwim pê neda
şerte lew gułzare ta bew lêwe mîwem lê neda
pasî nařêkî û gezendey ḧurmetî tenya ekem
bas û casûsî leser kes nakem û, nakem hera
îş le kes têk nadem û, nadem be nakes pirs û řa
her mişûrî xom û hozî xom egêřim, wek bira
ger le katêkî der û tendûrî hîwa daxra
qoł le soza heł’ekem, ta şil ebim her řa ekem
dewrî pare û pûl û mamłet têpeřî, dewrî diłe
řengî baran û birîqe û, bulbul û baẍ û gułe
saz û ney, qanûn û çeng û beřbet û serhengiłe
herçî lem meyxane dûre, ’aşiqî merg û giłe
heste jîkoNasnava edebî çaw le min ke, ser piřî sehba ekem