hîwa

Li pirtûka:
Dîwanî Kakey Felaḧ
Berhema:
Kakey Felaḧ (1928-1990)
 1 Xulek  1378 Dîtin
hîwa le jîna řê pîşanderme
wêł û awarem her ew řaberme
bo lûtkey berzîy pał pêwenerme
bo şeřî jyan qeła û superme
xorakî gyan û twêşûy seferme
bê hîwa, jyan: zîndanî tenge
tarîk û nûtek wek şewezenge
hîwa hełdênê çawî xewtinim
ebête maye û hoy serkewtinim
be cûłanewem, be nesrewtinim
be hełsanewem lepaş kewtinim
bê hîwa, jyan: wişk û bê tame
bê paşe řoje, bê serencame
tenha be hîwa dił ekirêtewe
derûn zaxawî pê edrêtewe
gyan jeng û jarî xoy esřêtewe
wire û hêz cêgay zûy egrêtewe
hengaw girewî pê ebřêtewe
bê hîwa, jyan: na’umêdîye
řenceřoyîye, namradîye
hîwaye sařêj eka birînim
esřê firmêskî çawî girînim
giryan egořê be pêkenînim
xoşî exate diłey xemgînim
şebeq ebexşê be şewî jînim
bê hîwa, jyan: pest û naxoşe
guřistanêkî mat û xamoşe