řoḧim le beraber nîgehit bademe îmşew

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  96 Dîtin
řoḧim le beraber nîgehit bademe îmşew
ger serfî bikem mał û dił û dîn keme îmşew
hatûye tenîştim, be hemû neş’e û şoxît
biřwane le her lawe, řeqîbim xeme îmşew
ey serwî biłind qedid û letafet lebî diłcot
herçende le xizmet bikewm, her keme îmşew
dûrî minî dił xeste le dîdet, ke demê bû
her qedir û beratî mine, bo ’aleme îmşew
hełmeste, be çawî bełekit meclîsî zewqe
mestî û tereb û cîlwe, hemû hemdeme îmşew
qeydî çîye! her ’adetî canane nyaze
gerçî le diłit xoşe, kizey em deme îmşew
ta êste le ser dił, serî daẍî elemit bû
êstake le sayey çemenit cîlweme îmşew
şayane, diłim êste le tenda ke neguncê
bo ew ke leser xełq, wîsałit zeme îmşew
derd û elem û qeswet û giryan û cefa çû
řacîNasnava edebî bike şukirane, sefay sîneme îmşew