leser gencî jyanî min, dû zułifit hejdere îmşew

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  89 Dîtin
leser gencî jyanî min, dû zułifit hejdere îmşew
be fewtanî diłî zarim, nîgahit yawere îmşew
duyênê řût ke nûrî xiste naw fanosî çawanim
derûnim agirî send û, le şeş la enwere îmşew
leser burcî sitarey paye berzîta, nîgahêkit
le naw gerdûnî sînemda, qulap û mîḧwere îmşew
serim piř coşî dîdare, diłim piř derd û bîmare
be nazêkî tebîbanem bike derman, were îmşew
le çawim gewher û yaqût ebarin, çaxî giryane
le lêwit pêkenîne û, her tirîskey extere îmşew
cefa û nazekey řojit, çi qewma, kuştimî ey dad!
be her cê dił ebînim, zexmedarî xencere îmşew
biřo be xwam sipardî, herçî bo dił çake, bixiwaze
serî fermanberî řacîNasnava edebî, le qapî diłbere îmşew