řewneqî ḧusnî tikand, nergisî diłdarî ew

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  144 Dîtin
řewneqî ḧusnî tikand, nergisî diłdarî ew
qîmetî pîrî şikand, şêweyî bazařî ew
řaste be laf û gezaf, hate diłî ’aşiqan
leşkirî tatarî yar, nêzeyî xunbarî ew
boçî neba hoşî min, bem sîřřî mecnûnîye?
kuncî guherbarî řûy, zułfî syehmarî ew
daẍî guł û gułşene, xende û girjînewey
muqtebesî nûrî heq, kułme û řuxsarî ew
cêgexewî dozexe, em diłî dîndarî min
cêy xeterî cennete, zułfî gunehkarî ew
qametî degrê gelê, mîweyî şîrîn mezaq
cig le şikofey guł û, laleyî bîmarî ew
yar be eltafî xoy, gwê ke le řacîNasnava edebî neka
dyare le ’alem çi kes, nayete hawarî ew