ey esef, bazařî min sed sałe her neybû birew

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  99 Dîtin
ey esef, bazařî min sed sałe her neybû birew
taqe maçêkim nebû qazancî ahî nîweşew
çunke yarî diłřuba, bo min û řeqîb meylî nîye
min ewa bûm ẍerqî ah û nałe û, ew bû cidew
hey be qurbanî mem û sîney bilûrit bim, kewa
kajî sîmînî teře, wa nazk û nerim û pitew
min be bêdarî egêřim xwênî nabî cergî xom
to ekêşî nêrgisî cadû, ke çawit kewte xew
çon seba desgîrî meqsûdî nîye, bew perçeme?
lew nimayî tel’ete, nextê ke boy şil ka ciłew
şêx, eger heqnase bo řêy ’îffet û ḧeqqulyeqîn
boçî wa bêbakî sofî milhuř û mest û qełew?
xak û xołe xermenî řacîNasnava edebî, le wesłî diłbera
daneyêkî tê nîye, ger bêt û bîbêjin be kew