cêgîre le baweş, xefetî diłberî cadû

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  96 Dîtin
cêgîre le baweş, xefetî diłberî cadû
řamim nîye, řakirdeye, herwek řemî ahû
wextê be xeyałatewe, sînem piřî jare
wextêkî le dû lêwî, leser lêwme kahû
dîdem piřî lale û semen û xunçe û baẍe
pincî gułe corîyşe, benaw kuncî diła çû
çî dîke meřencêne minî bêkes û řîswa
pincîke diłim, bew meyî ser pence û bazû
ser, bêt û be qurbanî tike û şewnimî kułmet
gyanim be fîday nêrgisî dû çawî xewałû
newtûlî qedî, katê be sed lence eřiskê
eşkêtewe bałam û, etrazêt perasû
řacîNasnava edebî! ser û mał û, dił û dîn û, edeb û jîn
her qîmetî maçêke, be kêş û be terazû