dił wek dumełan piř le xefet, hełzepeta bû

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
dił wek dumełan piř le xefet, hełzepeta bû
bayek le seraperdeyî canane peya bû
çawî dił û řojî řuxî ew, pêkewe engut
engûtin û pişkûtin û sûtin, le pena bû
herçî be xeber hat û, ewî mabû le xewda
her hênde ezanê, be tebeq nûrî lela bû
ew sate ke dîm kułmî, wekû tafî eletrîk
dînar û direm giştî, lelam pelke geła bû
çawim, ke be çend ayetî kurdane enûsa
sed şukirî xwa, řû be hełênanî řewa bû
řesmî xet û xałî lebekey, lem diłî piř şor
her êke, be peřgarî biroy merkezî nabû
řacîNasnava edebî, ke diłî piř xem û fîkirîşî bedî’e
řadê ke kesê perwerşî cewr û cefa bû