wextê le lebî yarewe, meylî şekerim bû

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  99 Dîtin
wextê le lebî yarewe, meylî şekerim bû
nemzanî le her şeş cîheta, heş be serim bû
herçende ke wîstim le temî ’îşq xelasîy
carê le diła afet û, carê xeterm bû
danîştuwe meḧbûbe, lenaw sîneyî minda
zanî ke be em qesre, le dujmin zeferim bû
îmřoke neçûm bîkeme sed cêjneyî qurban
lem bendî ciger, ḧîkmetî serfî nezerim bû
her wek hedefî cebrîye bo tîrî beła, dił
layê le řuxa afet û, layê şererim bû
ta zewqî beheştim hebû lem meykede, yaran
neqdî tereb û şewket û feził û hunerim bû
nawî hebû ew diłbere şîrîne, bebê şwên
wek min ke nebû nawim û şwên û, ḧezerim bû
nîwey şewî dwênê, şewî mamim «ḧeme qadir»
sozî le hemû řîşe û bendî cigerm bû
řacîNasnava edebî meke giryan û le xodanî esîrîm
hêştake nebûm, em xete nûsrawî serim bû