serbeser emşew denałim, payemał û diłişkaw

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  103 Dîtin
serbeser emşew denałim, payemał û diłişkaw
wa betaw řoḧim degryê, xwênî ałim dê le çaw
dû biroy diłber, be teřdî min ke şîrbazî deken
ba bigryem ta qyamet, hey le xom cergî biřaw
agirêkim kewte dił, ta řojî meḧşer daysê
beşke řojî meḧşerîş, her wek cehennem dê betaw
ger dezanî bo deřêjim xwênî cergim, bem şewe?
tînuwe baxî xeyałim, pêy dewê cana! şewaw
cêgeyêkî tenge dił, tarîke, bê sûd û tema’
bêye seyrîşî debînî, ’alemêkî tê xizaw
têlî zułifit wek telîfon, wa le pêt aławe sa
çake her bo merḧeba, car care bême ser helaw
ey supasalarî diłdarî, le destî ’îşqita
’erz û ḧałî min, heta qafî beqa nabê tewaw
boçî wa bê îltîfatî, ey nemamî tazeber
wa le řêy toda, hemûm dana kemał û neng û naw
karî řacîNasnava edebî ger dezanî boçî pertî ’aleme?
wa le řûy toda desûtê, ẍalîye û muşk û guław