biřwane defey sîney, sînî û qedeḧî xemław

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  111 Dîtin
biřwane defey sîney, sînî û qedeḧî xemław
ca ew qede şîrîney, kurt û xiř û têk siřmaw
pûz û belekî zîwîn, dest û meçekî řengîn
beste û leçekî nexşîn, baẍî mem û dem paraw
çawî be me hełnaye, her cengî legełdaye
dił bişkujî hełnaye, lew çenberî ałozaw
kułmey cigerî řoje, řûnak û gel amoje
bem xałe û pişkoje, bem lêwe û qendî xaw
ew perçeme xara bê, perdey qed û bała bê
dił řenge ke xara bê, hembaneyî hełkutraw
ew lamil û lacange, bo gware ke berbange
řojûgrî şeş mange, gyanî mine lêqewmaw
ew ebruwe keçbaze, serbaze leser baze
girtî xet û şîraze, birdî serî tê suřmaw
ew pence û enguste, bo dewreyî mey çuste
herdûkî ewa xiste, cerg û diłî hełguşraw
pişkoNasnava edebîke giřî damird, bextîşî xełûzî kird
yekcarîye sa řabird, besîye ke witit sûtaw!