daşorînî fermangey temwînî koye

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  123 Dîtin
da’îrey temwînî koye, her xerîkî danîye
kirdewey malos û manga û, gwêdrêj û ga nîye
her kesêk bêt û swaryan bê, ceney degirin hemû
her kesê byangê îtir, her qûnî wan û «řan»yiye
berderî qesrî bîtaqan, her wekû manga bekeł
herçî ganî des kewê, boçî xerîkî nanîye?!
gander û ganker, be serbestî deba bên û biçin
çunke lem kawil wiłate, şik deben paşa nîye
ger biłêy têtan depestim, xoş, demit şîrîn deken
ça?nîye bo xas û ’amî xełk, şekir û ça nîye!
lêm mepirse boçî hêndê şîrin û hêndêke tał?
qûn diřanyan bo demênê, ger biłên awa nîye
pyawî aqił tê dega, çîtir dirêjey nademê
paredan lem hodeda, me’nay le gan asanîye
nayenê zarim ke nawî yek beyek bîhênme řû
zemmî kes nakem, emeş tapoye ya xaqanîye
boçî hênde bê ḧeyay? guyaNasnava edebî serî xot şoř bike
’alemî îmřo řehendey bê kesî û tawanîye