ta le ser mabê, hewayî řeşbełek

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 3 Xulek  111 Dîtin
ta le ser mabê, hewayî řeşbełek
bax û firmêskî girînim dête çaw
takû perjîn kem, řezî sîngî be çek
baxewan eyba û, emênim beş biřaw
wa ebê tilyane guł biçnin meçek
waş ebê pûz û belek derkewne aw
bişmewê ger dabnîşîn, tek be tek
nageme axîr hewarî wîstiraw
ger şewêkîş řêkewê, kewłî wişek
çiqłî bêganan be řoj egrê henaw
ba biçêjim zamî zor kuçk û kutek
mirdinim çatir, le dergey daxraw
min kesukarim etoy mirdû miraw
min des û zarim etoy, bê çawwiřaw.
jînewe çend mêrg û, nêrgis pêgeyîn
řûy sipî û, çawanî zerd û, bonî sał
xoş ebû hêndey řuwanî û pêkenîn
zerdexendey xunçeşî hênaye pał
abřûy cwanî řijaye na wu dîn
řeng û boy şadî kiraye beytemał
ta le bêhoşî me dujmin têgeyîn
hîç mîratgir nemawin kurd û kał
xawenî baxan, wecax kwêrin le jîn
ew beranber wesîyetî xizmîşe lał
dwakewn xuşkîş, be bê mare biřîn
dakî serşînîş, ke zaway kirde zał
min ewa tom çûy û, mam bê mał û ḧał
bê bira û kuř, bê kes û bê mam û xał
min kesukarim etoy mirdû miraw
min dił û zarim etoy, ey kurdî xaw.
ax, biłêm kê bê le ême hełkewê
dujminî jinhełgire, kêłay zewî
wa serok mare kiran, bûne hewê
ḧez le êkîşyan bikey, danakewî
ew ewîtir sûk eka, ta nesrewê
ca ke batdawe, legeł wîş naxewî
sa weha çake bikey bîrêkî nwê
bîde dujmin, quzfiroşanî kewî
wek kerî naw êstirî cû danewê
toş biłê ax swêndekem xo her hewî
bar be koł dade, biřo lêre û lewê
kokewe zor koł be şanî pel qewî
ew ḧele, ey nûrî çawim nakewî
ew deme, wek xew le çawim nařewî
min dił û dînim etoy merdî nikaw.
min ser û jînim etoy, tîşkî hetaw.
xunçewu mêlaqî êmen, lektirîk
řêwu řez řûnak û, şar û dê bilûr
koşk û yaney men, çyawu kaw û tîk
gyawgij perdax û, řengî sûr
lem serî dunyat legeł kem, zîke zîk
lew serit pê řageyênim, basî dûr
ger berew řûy dujminanîş bûy xerîk
min hewa egirim be bałindey cesûr
kiştukałî arezût, ger bû ferîk
dasî bałamit ebexşim, bê qisûr
kokewe, bîkêşewe, megre şerîk
merdibe, danîşe, bibeste ser sinûr
her bixo, her bijye, bêçû bêne jûr
mêşk û dił piřke, le zanîn û le nûr
her etoy bo min jyanêkî tewaw
her etoy bo min deway cergî xuraw!