mes’eley ’îşqî ḧebîbem, ger be milyon deftere

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  118 Dîtin
mes’eley ’îşqî ḧebîbem, ger be milyon deftere
nageye basî wîsałim, yek be yek pêda were
xem le derganey diłimda, pasewane řoj û şew
komełî bezim û xeyał û şaswarî diłbere
dem le şêwey bade teř nakem, le kogey dûrîya
eşkî xwênînim le řûda, coyebarî kewsere
wa le dewrî dił esûřêm, her wekû sewdageran
nałeyî hemdem le diłma, çunke ’eynî mîḧwere
boç nenałim řoj û şew, nemmawe aram û qerar?
dił esîrî bendubawî saḧîrî eskendere
ger ezanî çawekem, řoḧim be lay kêda çuwe?
wa heławesrawî butxane û meqamî azere
kûçe kûçe, her wekû dêwane to xot bed meke
hatuçoy yaranî êsta, řacyaNasnava edebî! derdî sere