dîsan le duway qamet û řeftarî ’ezîze

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  91 Dîtin
dîsan le duway qamet û řeftarî ’ezîze
pamałim û sewdazede, bê pûł û peşîze
bo çołî eřom, ẍem serî xoşîm eşkênê
bo şar eçim, emxene ber berd û sitîze
her çende şwênê nîye bîkem be neşîmen
serřay hemû em ḧałe, nîgarim dij û zîze
pêçrawe le perçem, diłekey bew řuwe birjaw
îmřoke ḧezit çote kebab û teřetîze
bałay ke ełêy qałbe, nûrêke le yezdan
şayane hemû ḧûr û perî bibne kenîze
bo bezmî mey û bade û goynde û bilwêr
wek hełqeyî naw kabeye, girtûme zirîze
ser bo çîye, ger danenrê bo gułî kułmet?
nařom le derit, ta nekirêm řîze be řîze
girtûye qedit, sed dił û sed core guł û ber
sêw û duř û yaqût û, gułî baẍ û gezîze
řacîNasnava edebî! to biłê tembełî hoze, keredêze
nermî ke serî çewtî, be qemçî û be neqîze