ew xunçe demey, mem kelemey, kułme behare

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  93 Dîtin
ew xunçe demey, mem kelemey, kułme behare
ew sîm teney, dest be xeney, lale ’uzare
ew muşk muwey guł řuwe, ew bêçuwe ẍezale
kuştûmî le her lawe, besed bend û qenare
ew baxe yexey, hale řuxey, taze nîhale
xistûmîye ser agirî em sebir û qerare
bem ẍemzeyî çawane, wekû sumbulî gêsûy
bestûye diłî ẍemzede, bew qedde çinare
bay we’de henasem, ke bipşikiwê lebî xendey
bo baxî ewe, giryeme ew ḧewz û kufare
emşew çi deka hewrî ẍem û řêjenî giryem?!
wek burcî delu û masîye, em biłq û buxare
cana! bexwa swêndit edem, boçî hemû dem
řacîNasnava edebî le derî wesłî to, peřpût û hejare?