xoy le min penhan deka, ew diłberey řengîn cebîn

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  95 Dîtin
xoy le min penhan deka, ew diłberey řengîn cebîn
ey hele, şoxî zemanim bote şêxî ser zemîn
řaḧetelḧelqûmî qetrey naw zenexdanit hebê
tik be tik detwêtewe şekker le jarî engebîn
ey diłî bê řeḧim û lutfî to, ḧekîmî ḧałzan
wey dûçawî piř fisûn, ’alî tebîyî řeng bîn
çunke xałî řûmetî, mî’yarî ehlî ḧîkmetin
wa le cennet bûne cêgey merḧeba û aferîn
gwayya min kafirim, maçî demî dawa ekem!
nawî zułfî nawe hejder, bo gunahkaranî dîn
ta be řîswayî neřom, sa şerte neçme der le şar
ta be kujrawîy neçim, lem çawe ber nadem kemîn
min ke řazî bim le diłber, ew debê ’efûm bika
bem diłî piř ah û cergî let let û çawî girîn
perçemî geşkey be ’alem da, le řêgey çawezar
boye çawî bê ḧîcabane, le çawî nîn emîn
her binałe to be têmawî le kûrey mîḧneta
řacyaNasnava edebî, ta mil dehałênî le bendî yasemîn