le’il û guher û lale, be xendey to le bawin

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  101 Dîtin
le’il û guher û lale, be xendey to le bawin
kurd û ’ereb û şî’e, le zułfî to be dawin
ta camî demit dem bedeme, ey demî ’îsa
em komełeyî ’îşqe hemû zînde kirawin
ger ḧakmî dû çawî syahit, serî kêşa
wa dyare dił û ’eqił û ser û sebir şikawin
zułf û xet û xał û, kemer û gerdin û bała
her şeş le ’ezabî minî dił xeste betawin
yek ’îşwe le meydanî temen bigre, be hîwa
muftî û ’eses û ’aşiq û paşa, le berawin
řazaneweyî memleketî zułf û řuxî to
em řoj û şewe, çunke ser û sîřřî lenawin
ey şanezenî perçemî çîn çîn, were seyran
perwane û dił, bulbul û řacîNasnava edebî ke kujawin