yařebbî řeqîban le penayê be fena çin

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  92 Dîtin
yařebbî řeqîban le penayê be fena çin
bo derdî ecel bên û, hemû sa be řica çin
wek şêx û mela, bûne sefapoşî zemane
řûřeş emeten, zahîrî, bo řahî sefa çin
wek şahîd û saqî, ke be zewqî dił û mestî
ew qewme xudabîne, ke bo keşfî duca çin
cem’î guł û mul, nergis û şimşad û weneweşe
hestawin eger bo qedemî badî seba çin
herkes le xisûsêkewe dîtit, were seyran
qewmê be lenawbirdinî ew, hełgirî paçin
zahîd! bese membîne, leser lewḧeyî ’erşa
ser nîn ke emaney to ebînî, hemû qaçin
řacîNasnava edebî, to bipařêwe le dîwanî du’ada
em cumle nexoşane, be dermanî şîfa çin