wetenperweranim, çi ladê, çi şarin

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  91 Dîtin
wetenperweranim, çi ladê, çi şarin
kuřan û kenîşkin, le jîn bextyarin
gułim ger bipşikiwê, le řûy genc û lawan
ezanim le toxî beha û beharin
le newrozî hozî behêz û be bîrim
pijan û, xijan û, hejanî hejarin
be qatî de qatî, qełat û qepatin
xebatî xełatî wełat û hewarin
be atomî hoş û, be noşî cematin
berew řûy humêd û, berew řûy witarin
huner behrewer bû, le çawî gelimda
temaşa! lebar û, le kar û, le darin
le quçê neqûçan, çi çawu çemawê
le řencê neřencan, çi dest û çi zarin
le kuncê tirincên, eguncên birincî
ke têkřa dejîn û, ke pêkřa dyarin
weram û meramin, durust û mebestin
be dawayî dujmin, piła û pilarin
le burcî dilêrî, wekû şêrî gurcin
be azayî naz û, be řa û şikarin
eger tîpî dujmin, le řû sed hezarin
gelî min le řojî hera gurgî harin
be zanîn û merdî û, be pêşçûn û burdin
îtir xoşewîstî xudawendî karin
mepungêwe pişkoNasnava edebî, le songey nîgaran
hemû kes dezanê, ke êwe xesarin