emcore desîsane, le dînar û filûsin

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  89 Dîtin
emcore desîsane, le dînar û filûsin
řawêjî girew sendinî îngilîzîy û řûsin
her êke be sazêkewe em çerxe egêřn
’aşiq beber û řûy weten û, řûmetî lûsin
bazařî ser û małe, ke małî hemû małîn
satê nîye, sed defterî îḧsa ke nenûsin
têçûnî me, pêhatnî wan, şûmî me, cejne
řojanî geş û başî me, her şořş û bûsin
bo řojî jyanyane, ewan kat û se’atin
bo xêr û şeřî şew bexeber, çeşnî xerûsin
řojêke, nwê sałî hemû kurdî qelender
em cejne biken, bê şike muřtedid û mecûsin
ta ême hebûyn, xełk eyandaynê serane
êsta be ser û małî me, gumirg û mukûsin
nemzanî, ne zawayn û ne zawîn, ke etaşrêyn
dujmin ke be tûkî ser û ber, nore û mûsin
ew xełke, hemû har û bexojîw le hełistan
kurdîne bese sistî û, takey le cilûsin
boçî netewe giştî beserkewtin û, êwe
wa çareřeşin ’eynî xełûz û ’ebenûsin?!
berpêçe zeman, mûçe biřaw, mûçe zîyadin
xełkî le dirûs, êwe le bin kutik û tirûsin
ximtan xene çaw, êwe le bo dujminekantan
wa kareker û ’ebdin û, hêştake ’ebûsin
jîkoNasnava edebî! wetenit zore, beşî hozeke naka
lam waye, leber tembełî û zore nifûsin!