le dest çû ’eqił û dînim, be cîlwey řûyî nazdaran

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  93 Dîtin
le dest çû ’eqił û dînim, be cîlwey řûyî nazdaran
be ber «ba»mida leber bade, ser û mał û diłî caran
le baxî sozda ’aşiq ebê ustadî bulbul bê
newek ’umrî be serba ser befirset, çeşnî huşyaran
ke mewla řeḧmî zore, ger le gerden bestim obałit
fîdatim mutrîba, xoş, heste lêde sazî bêdaran
îtir pîşey qedîmî to, serapa lutif û îḧsane
be řeḧmî xot bige hanam û derçim sa le hawaran
ḧebîba! key lenaw dû dujmina, cêgayî temkîne?
were yarîy, necatim de, senem, ya bimke tîrbaran
eger sextim, eger nermim, le ahim wa dyarî da
tuwawe cîsmim û lêde, tikey îksîrî řûy yaran
lelayê kewtuwe řacîNasnava edebî, lelayê nûstuwe diłber
wekû min bextî besrawe, le sara ya lenêw şaran