ew komełe kurdane, dełêy şahî zemanin

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  90 Dîtin
ew komełe kurdane, dełêy şahî zemanin
xoş fehim û xîred, ḧîrzî milukanî cîhanin
wextê ke eçin bo şeř û şoř, agirî zeytin
wextî teqela çapik û, wek awî řewanin
wextê ke eben nawî hewesbazîy û mestî
gułzarî îrem, laleyî damen hemedanin
xawen ḧeseb û řindin û, bêbakin û mestûr
řengîn qełem û, xoş xet û, şîrîn, be zimanin
meḧbûbin û, serberzin û, şadawî melaḧet
diłdarin û, hemwarin û, her zał û besamin
bo řojî hera, her wekû ’îfrîtî be hełmet
bo dujminî ser, afetî piř nawwinîşanin
her tayefe, gerdenkeçî ew komełe nabin
meřdûdin û, fertûtin û, bê ’eqił û nezanin
heqnasin û, bê basin û, derbazî tem û ẍem
zanrawe le dinyawe, hemû ehlî cînanin
řacîNasnava edebî! nîye ḧacet be qełem bîxeye nûsîn
serberzî hemû ’alem û ’alî be mekanin