yarî gyanîm lê ekeyte dujminî dînim, zeman
Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
2 Xulek
168 Dîtin
yarî gyanîm lê ekeyte dujminî dînim, zeman
qaremanîşim ekeyte şîn û nałînim, zeman
daẍ exeyte cergî geş, bergî pełasim pê edey
oqre nakem, naxewm, her xizmî nefrînim, zeman
xane sûtawî çiray çakem, çi bonso dê le jîn!
şîwen û ẍewẍa egêřî to be şwên jînim, zeman
xakî xomit kirde gird û sengerî bas û hera
şanî berizit girtime naw dawî gewzînim, zeman
danş û hoşt le bîrî bê řewî piř kirdimewe
tûzelet lêda û, zilet lêdam û, bin çînim, zeman
çunke lem dunyayeda, cêgey se’atêkim nîye
wa ezanim lew serîş, bê naw û řaşînim, zeman
herçî eykey bîke, gomî qûł meley xoşe, îtir
namewê naw û nîşan û hoz û ayînim, zeman
dost û dujmin giştî lêt han dam û kînet xiste dił
hîç zerer nakem ke řût û qût û ẍemgînim, zeman
payemałim key gelê xoşîme, nek bimkey be şa
çunke ḧeq xoy bêkese, awate nasînim, zeman
herçî hate řêgem û xoy xiste baweş, bo tika
to dertihêna le baweşim û le bałînim, zeman
min kuřî caran û to her kate corêkî tirî
nayeye ber dił be çawî piř le esrînim, zeman
gerçî jîkoNasnava edebî maye sûtawe, ke xoy mawe le xoy
her ełê: min besme xom xwêndarî gułçînim, zeman