terzêkî ciger řenge, xwênî diłî bê destan

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  133 Dîtin
terzêkî ciger řenge, xwênî diłî bê destan
bo meşqî xet û xałî, mujganî dijim westan
neş’ey qed û bałakey, şimşadî be ber ba da
şêwey ser û kakołî, řeyḧane û muşkistan
dunya le heway ’îşqa, çerxêkî şilk pêye
zeřřêk bû sema çêştî, her gêje wekû mestan
asayşî her menził, sebrî diłî bêçare
lakîn be çi day buktî, ’eqił û dił û dîn hestan
’enqayî zeman ’îşqe, řengî ke be çaw nayê
asarî le ’alemda, peyda wekû teřdestan
awêneyî bê jengim, wextê ke berew řû bim
êsta ke le dûrî tom, řamxistuwe jengistan
řacîNasnava edebî! mede î’lanî ḧerbî emel û ’îşqa
muflîs le hemû layê, çwe řîzeyî pabestan