diłim pişko, derûn tendûre qurban

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  94 Dîtin
diłim pişko, derûn tendûre qurban
henasem serd û, ten meẍmûre qurban
temaşa řêjenî xwênawî çawim
dełêy lêşawekey na’ûre qurban
le dûrî to, sibeynan û êwaran
leber meddî nezer deycûre qurban
kerem fermû le tozî řêget, ey dost
ke çawim dûr le to, bê nûre qurban
demaẍim řoj û şew piř şoř û cenge
dełêy hêlaneyî zenbûre qurban
ser û řût bo hemû kes bê ḧîcabe
çi řeḧmêke? lemin mestûre qurban
ke řojî řûyî toy poşîwe hîndu
gunahêke, be ew meẍfûre qurban
quřî kwê kem beser xoma le tawit
diłim torawe, daym dûre qurban
hemîşe çawenořî destî saqîm
ciger xiştur û, ten xapûre qurban
be řacîNasnava edebî řû nima ke û, mîhreban be
le xendêkî lebit mesrûre qurban