ba le xaney ’uşreta, karêkî destûrî biłêm

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  98 Dîtin
ba le xaney ’uşreta, karêkî destûrî biłêm
ta direwşî řûy deda, nałeykî deycûrî biłêm
min be kamî lêwekanit, ẍa’îley ’îsa bikem
ya be yadî qametî to, ayetî «tûr»y biłêm?
çende wesfî to bikem, mabeyne wek erz û sema
ca meger her bo mesel, mîsbaḧekey nûrî biłêm
çawî şoxî yarekem herçende kałe, pê dega
ba emin carê be gwêrey sêwî lasûrî biłêm
basî deryayî dû çawim kem, le tofanî fîraq
ya le germîy dił heway ahêkî tendûrî biłêm?
çîm le nêzîkî ḧebîban dawe, wa medḧî ekem
qa’îdey waye be daym, zelzeley dûrî biłêm
baẍî ḧusnî řûmetit, ey diłbera řazayewe
ba be ahengî ’êraqî, lale û sûrî biłêm
ta le ẍemxaney fîraqim, şînî naşadîme min
çake hawar û fuẍan kem, ḧałî řencûrî biłêm
řacyaNasnava edebî, bo zułfî dûta, ta be ta bîxwênewe
nuxte nuxte, xet bexet, ger nezmî gencûrî biłêm