min řût û řecałî tom, lem gułxeneda kewtûm

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  102 Dîtin
min řût û řecałî tom, lem gułxeneda kewtûm
fî meḧzenkîm ḧeqٌ lîlsّa’lî ûەالمەحرûمErebî
herçende witim: cana! heste were lam bo sûd
axir ke nehatî to, řoyştim û min têçûm
saqî qedeḧit bêne, danîşe û, hełdestim
bo herçî dełêy fermû, min xadîm û to mexdûm
mutrîb bixe karî soz, sed ’ûd û řebabe û çeng
şadim ke, hełmisêne, beynêke be ẍem nûstûm
diłber to temaşa ke, řengim le řuwa řoyî
ey çawî sipîm û ax! nazanî ke min çon bûm?
destim kelekey girtim, matem serî lêsandim
sed kwêrewerîm kêşa, bextîş le tełey bestûm
yar hate îşarey naz, řacîNasnava edebî pelepel hîçe
dejyey be xefet ta dê mîqatî demî me’lûm