«naz»

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  95 Dîtin
le sayey xwawe, xwa nanî biřîwim
le îşukarî komeł, tê tiřîwim
be ẍem, wa kołewar û dił nexoşim
be wêney kałekî bił, datepîwim
le daykim bûm, serim her derdedare
le mindałîwe pîr bûm, daçemîwim
ne«xunsa»m û ne«mê»m, nêr bûm lelay xom
keçî wek yexteyî tazexesîwim
leber bê bab û dakî û, derkenarî
temen çil sałem û hêşta hetîwim
ewey çarem bibînê, wer’esûřê
ełêy diřkim, le çawanî çeqîwim
cehendem piř ekem, řojî qyamet
le ’alemda, ke min dawî bezîwim
nimûney sengesarî û nalebarî
dyare, wa le dû şanî xizîwim
be espê û kêç û mêşûle û hezarpê
le bin barî felaket, dahezîwim
eweş ’umre, xwa dawte be min to?
ḧîsabîşim ekey, řojî nedîwim!
cezay naxoşî êrem ger bidey, xoş
peşêmanî, biłê tazet kiřîwim
ke karî xote, her ’eqił û nefamî
hejarî û dewłetî pêkdasepîwim
kesê ger hate derget, kewte hawar
derit kird, herwekû gyanî leqîwim
řica, awî řeşî pêda řijandûm
ḧeya, êxey ḧeyatî dadřîwim
řya hat û be řîşî xoy řyandim
tema, bendî temamî hełkenîwim
çi seyre? řoj û şew min her girîwim
mi’azełła, be bêzî pêkenîwim
le xoşîda, legeł xełkî çi boşim!
le naxoşî, ke her xom, no wu nîwim
leser gencan enûn xełkî, hemû kat
emin her wirde bîre, zêř û zîwim
«’uzêrKes» pêẍemberim bîstuwe le qur’an
ke zîndû katewe êskî řizîwim
«xelîlKes»yiş herwekû min bû, le des hoş
hełat û kirdî awa, şax û şîwim
ẍełet bûm, ew kesêkî destidrêj bû
emin her desbiřaw û xo nejîwim
îtir řacîNasnava edebî, heta mawî binoşe
ẍem û taław û jar û jan û şîwim