min řût û řecałî tom, lem gułxeneda kewtûm
From the Book:
Dîwanî Racî
By:
Raji (1912-1969)
1 minutes
133 views
min řût û řecałî tom, lem gułxeneda kewtûm
fî meḧzenkîm ḧeqٌ lîlsّa’lî ûەالمەحرûمArabic
herçende witim: cana! heste were lam bo sûd
axir ke nehatî to, řoyştim û min têçûm
saqî qedeḧit bêne, danîşe û, hełdestim
bo herçî dełêy fermû, min xadîm û to mexdûm
mutrîb bixe karî soz, sed ’ûd û řebabe û çeng
şadim ke, hełmisêne, beynêke be ẍem nûstûm
diłber to temaşa ke, řengim le řuwa řoyî
ey çawî sipîm û ax! nazanî ke min çon bûm?
destim kelekey girtim, matem serî lêsandim
sed kwêrewerîm kêşa, bextîş le tełey bestûm
yar hate îşarey naz, řacîPen name pelepel hîçe
dejyey be xefet ta dê mîqatî demî me’lûm