wiçandarî û gedayîm bê, îtir řûy xom le şa nakem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  105 Dîtin
wiçandarî û gedayîm bê, îtir řûy xom le şa nakem
be řûtî řojî dwayîm bê, bese dawa le xwa nakem
ewey serxoşî dû řûyî û, hewa û badenoşî bê
be pûlê namewê, min heqperistim nařewa nakem
beheştim pê firoşrabê, be gyan û mał û mindałim
le em meydane kurtemda, heřa nakem, hera nakem
ke nawencî hemû tîrem, be çaktir hoz derçûbim
bebê ’eqłî, le şerq û ẍerbewe pişt û pena nakem
be xom baweřkem û hoşî hemû sûd û zyanim bê
îtir yarêk enasim, xom be şeytan aşna nakem
ewey ser çewte, tirs û lerzî xoy besîye heta mergî
legeł zordar û bedxûşa, emende xom teba nakem
eger dûbare zîndûbbinewe, ya nebnewe merdûm
ke pêkełpêk hemû bimirin, beşî xom xak ça nakem
eger bê xawene em çerx û bazaře, çîye û çone?
ke maddeş bo tebî’et bê, be me’nay şareza nakem
ezanî? hênde to berzî, le jûrî çerxî binyadem
ke qoçit hat û zig zil bûy, îtir ferqit le ga nakem
le nêr û mêwe, ta yektir binasin, gewretir, heqnas
hemû mindałî kozêk bin, çi řengê lêk cya nakem
şepirzey kêw û saram û, wełatim bote marangaz
le paşe û pêşî hîç hêzêk, biłê řacîNasnava edebî: řica nakem