destim le hemû cêge biřa, řû le neşey kem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  104 Dîtin
destim le hemû cêge biřa, řû le neşey kem
sîs bûm û wişkibûmewe, ba nextê geşey kem
çawit ke piřî benge, piřî meykede mey ke
ta des le milî mestî û awazeyî ney kem
ew perçeme, perjînî guł û sêw û henare
ew bejne gułendame, ebê sa qedeẍey kem
lêm lade îtir şêxî řya, çîke diro key
karê ke be toy kem, bexuda nabê be sey kem
ba qel bifřê û, kotre barîke bimênê
meydanî min û toye, ewey naşyê deykem
min her xemî tom pêye, diłîşim be to bexşî
em nîwe ẍemeş, ba le diłî mamexemey kem
řengî genmî kułmete, maluske debestê
xermanî ser û perçemî to, ger be şeney kem
êstake be serbestîye wa dême kenarit
takey be řya, řû le derî gîskeguley kem?!
řacîNasnava edebî ke gunah, karme ta řojî qyamet
pak nabmewe, ger le hemû beḧrê meley kem!