ta qyamet, meylî çawî kał ekem

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 1 Xulek  109 Dîtin
ta qyamet, meylî çawî kał ekem
řû le dawî zułf û daney xał ekem
la’ubalî, gwê le kes nagirim demê
cig le diłber, xom le ’alem lał ekem
ger bwestim min beranber řûyî to
cennetulme’wa le řoḧim tał ekem
ger binoşim min le badey çaweket
dił le dozex sed keřet xoşḧał ekem
wa le qapîta enałênim be soz
bo xumarî çawî şoxt swał ekem
zahîda! men’im meke ger mey bixom
wek welî, min karî bê obał ekem
yar le basî kuştinim edwê, minîş
bexşişî dû lêwî, řoḧ û mał ekem
wa beser diłda ebarê tawî xwên
çendî çawî xom le řûy samał ekem
řojî meḧşer, min le cewr û zułmî yar
řacyaNasnava edebî! teslîmî ’erzuḧał ekem