qurbanî leb û kułme û dû çawî xumarit

Li pirtûka:
Dîwanî Racî
Berhema:
Racî (1912-1969)
 2 Xulek  105 Dîtin
ew şoxe deka ẍaretî mał û dił û dînim
ya řebbî nebînim, ke demê yar nebînim
ew perçem û kakołe, eka kol û terazûm
herçende ke ’eyyare, le mi’yarî emînim
bem çawe dił’arame, dił aramî nemawe
her ẍemze be sed tîrewe, hatote kemînim
ẍem, hate diłî piř ẍem û xwênawî xeyałatNusxeyên din: ẍem, hate diłî teb û xwênawî xeyałat
wa jarî fîraqit etkênête birînimNusxeyên din: her zehrî fîraqit eřjênê le birînim
qurbanî leb û kułme û dû çawî xumarit
em nîw řemeqey řoḧe, demê bêre serînim
carê nebû ey diłberî ’eyyar, be maçêNusxeyên din: carê nebû ey şahîdî ’eyyar, be lutfê
piř şewqî bikey, em diłey piř xwên û girînimNusxeyên din: hełkey bewefa dîdeyî piř xwên û girînim
meylî le hewadarîye, dû sunbulî gêsûtNusxeyên din: mecbûrî hewadarîye, dû sunbulî gêsût
çî dawe le tawî şererî ahî betînim?
zahîd bide ber tîẍî cemałit, wekû cellad
ta polî cinokan nexzênête cebînimNusxeyên din: ta şêweyî şeytan nexzênê le cebînim
řacîNasnava edebî, le hemû kirdeyî piř maye ke derçûm
daẍî senemêkim le dił mawe, ẍemînim